Li Dihok û Şêladizê bi dehan kes hatin binçavkirin

Hikumeta Herêma Kurdistanê dest bi binçavkirina kesên tevlî xwepêşandana Şêladizê de bûne kir.

Li Dihok û Şêladizê bi dehan kes hatin binçavkirin
27 ÇILE, 2019   19:34

NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Herêma Kurdistanê hêzek mezin birine Şêledizê û derdora wê. Asayîşê dest bi binçavkirina kesên ku tevlî xwepêşandana duh ya Şêladizê bûne kir. Li gorî agahiyan heya niha bi dehan kes hatine binçavkirin.

Li Şêladizê Hêzên Asayîşê girtin ser mala welatiyê bi navê Xalid Cafer û ew binçavkirin. Her wiha  welatiyên tevlî xwepêşandan Dêralokê bûn û li ser medya civakî ji gelê Dihokê daxwazkirin piştgirî bidin gelê Şêladizê jî hatin binçavkirin

Asayîşa Dihokê îro danê êvarê bi ser mala çalakvanên civaka sivîl mamoste Bedel Berwarî de girtin,

Ji bilî Berwarî, çalakvanê civaka sivîl yê bi navê Kovan Salih Rêkanî jî hate binçavkirin. Heman êvara îro berpirsyarê ofîsa NRT yê li dihokê ji aliyê asayîşê ve hatiye binçavkirin û ofîsa NRT ya li Dihokê jî hate girtin.

Binçavkirina welatiyên li dijî dagirkeriya Tirk derketine, dewam dike.