YPG: Tu malperên Fermandarê me li ser tevna civakî tune

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku van demên dawî de li ser navê Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo bi rêya hin hesabên tora civakî tên belav kirin, li ser tora civakî tu hesabên Sîpan Hemo tine ne û tiştên tên parvekirin tu têkiliya xwe bi fermandariya YPG’ê re nîne.

YPG: Tu malperên Fermandarê me li ser tevna civakî tune
26 ÇILE, 2019   11:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku van demên dawî de li ser navê Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo bi rêya hin hesabên tora civakî tên belav kirin, li ser tora civakî tu hesabên Sîpan Hemo tine ne û tiştên tên parvekirin tu têkiliya xwe bi fermandariya YPG’ê re nîne.

Daxuyanî wiha ye;

“Weke Fermandariya Giştî ya YPG, di vê pêvajoya hesas û dîrokî de dem bi dem têkildarî hinek mijaran de em daxuyaniyan parve dikin. Daxuyaniyên me yên fermî, bi rêya malper û torên civakî yên Navenda Ragihandina YPG bi çapemenî re tên parvekirin. Em dibînin ku di demên dawî de li ser navê endamê Fermandariya Giştî Sîpan Hemo, bi rêya hin hesabên torên civakî agahî tên belavkirin.

Tu hesabên şexsî yên endamê Fermandariya YPG li ser torên civakî nîne û tiştên ku bi rêya wan hesaban tê gotin, têkiliya xwe bi Fermandariya YPG re nîne.”