Di berxwedana Kobanê de rola rojnamevanan

Rojnamevanên herêmî roleke mezin di ragihandina bûyerên berxwedana dîrokî ya Kabonê de lîst û dengek cîhanî yê hevgirtî ji bo desteka şervanan ava kir. Her wiha li dijî terora DAIŞ`ê û destgirên wan bûn.

Di berxwedana Kobanê de rola rojnamevanan
Di berxwedana Kobanê de rola rojnamevanan
Di berxwedana Kobanê de rola rojnamevanan
Di berxwedana Kobanê de rola rojnamevanan
Di berxwedana Kobanê de rola rojnamevanan
26 ÇILE, 2019   10:58
Suzan İraz

ZANA SEYDÎ / KOBANÊ

Rojnamevanên herêmî roleke sereke di ragihandina şerên ku li kolanên Kobanê rû dane, lîst. Ew şer, ji xeternaktirîn şeran bû ku rojnamevanan hewl dida bişopînin û kêliyên şer tevî dengên gule û teqemeniyan qeyd bikin.

Piştî derbasbûna 4 salan ji rizgarkirina bajêr di 26`ê Çileya 2015`an de, em hinekî paşde vegerin da ku rola rojnamevanan di wê berxwedana dîrokê de bidin ber çav.

Dezgehên çapemeniyê yên Sûriyê û Rojhilata Navîn amûra sereke ya livandina gelan û pêxistina çirûska şoreşan ên ku bi navê `Bihara Erebî` hate naskirin, hatin hesibandin. Bûyerên wê ji cîhana derve re ragihandin, bi taybet Sûriyê ku şerê li piraniya bajar û bajarokên wê di navbera gelek aliyan de rû dane. Ev hemû li gel ku bi sedan ciwan li Bakurê Sûriyê bûn rojnamevan, hatin. Ciwanan ji xebatên rojane di amadekirina nûçeyên civakî û leşkerî de bi taybet ên herêmê de şarezahiyên xwe yên rojnamegeriyê xurt kirin.

Di 5`ê Cotmeha 2014`an de, yekemîn şer gihaşt tixûbên bajarê Kobanê. Di encamê de nêzî 300 hezar sivîl ji bajêr ber bi bajarokê Sirûcê (Pirsûs) ê Bakurê Kurdistanê di nav xaka Tirkiyê de reviyan. Ev pileya koçberiyê di dîroka bajêr de ya herî mezin bû. Lê hindek rojnamevan ji ciwanên bajêr û gundewarên wê li rex hêzên parêzvan man, her çend ku rewş gelekî xeternak û dijwar bû.

Şer gelek dijwar bûn û êdî Koalîsyona Navdewletî ya ku li dijî DAIŞ’ê hate avakirin, topavêj û balafirên şer bi kar dianîn. Di wan şeran de rojnamevan bi sedan nûçeyên ku berxwedana dîrokî belge dikin, ragihandin. Bi sedan vîdeo û dîmenên ku asta dijwarbûna şer li bajêr û miqdara wêranbûna bajêr xuya dikin, li ser malparên civakî belav kirin.

Rojnamevan Heysem Muslim ê ku tevî gelek rojnamevanan li kolana herî dawî ku çeteyên DAIŞ`ê hewl dida xwe bigihîninê û serkeftina xwe ragihînin, mabû. Heysem wiha behsa wan kêliyan kir: "Ew dîmen gelek dijwar bûn. Wê demê hemû kesên ku li bajêr mabûn rû bi rû bi mirinê re mabûn. Tevî sarbûnê û barîna baranê, eniyên şer mîna dojehê bûn. Me hewl da em wê berxwedanê bi rêya çapemeniyê ragihînin."

Li gorî toreya Nûçegihanên Sînornenas, Sûriye wek dewleta herî xeternak li ser rojnamevanan li gel Meksîka, Iraq, Afganistan û Filipînan hate sinifandin. Di van çend salên dawîn de rojnamevan rastî bûyerên revandin û kuştinê hatin.

Dîcle Ehmed nûçegihana ajansa Hawarê ye, li rex gelek rojnamevanên herêmî û biyanî yên li bajarê Kobanê maye. Ew rojnamevan şerên ku li bajêr di dawiya 2014`an de rû dane, dişopandin. Dîcle destnîşan kir ku wan bi rêya şerên ku rû dane, hewl da berxwedana şervanan li hember çeteyan ragihînin û wiha domand: "Gelek hevalên me yên şervan ên ku em pê re mabûn, di wan şeran de jiyana xwe ji dest da. Ew jî israra me ya gihaştina armancên xwe zêde kir. Bi saya rojnamevanên ku li Kobanê mane, zêdetirî 93 dewlet li dijî êrîşa hovane ya DAIŞ`ê rabûn ser pêyan û destek dan şervanên parêzvanên Kobanê.”

Girêdayî heman mijarê hikumeta Tirk derbasbûna bi dehan rojnamevanên ku berê xwe dabû Kobanê, qedexe kir. Di heman demê de rojnamevanên ku li ser sînorên Tirkiyê wê demê mane, desteka hikumeta Tirkiyê bi DAIŞ`ê re di wan şeran de eşkere kirin.

Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku 682 rojnamevan û wênekêş di encama şerên ku li Sûriyê ji bihara 2011`an de rû dane, jiyana xwe ji dest daye. Piraniya wan li herêmên ku di dirêjahiya gelek salan de şer di navbera hêzên rêjîma Sûriyê bi desteka balafirên Rûsyayê û komên opozîsyonê bi desteka Tirkiyê rû dane de, jiyana xwe ji dest da.

Ji aliyekî din ve Tirkiye di serê lîsteya dewletên li dijî azadiya rojnamevanan de cih digire. Komîteya Parastina Rojnamevanan a Ewropayê bi rêya rapora xwe ya salane ragihand ku di sala 2018`an de 251 rojnamevan li tevahiya cîhanê hatine girtin. Ji wan bi rêjeya ji sedî 25 li Tirkiyê hatine girtin.

(şx)

ANHA