Kongreya Star wê her du zarokên Tirkiyê birîndar kirî, derman bike

Komîteya Têkiliyên Diblomasî ya Kongreya Star ji bo dermankirina her du zarok, Cuma û Mihemed ên ku di  encama bombebarana Tirkiyê û çeteyên wê li ser Kantona Efrînê birîndar bûn, girt ser xwe.

Kongreya Star wê her du zarokên Tirkiyê birîndar kirî, derman bike
Kongreya Star wê her du zarokên Tirkiyê birîndar kirî, derman bike
Kongreya Star wê her du zarokên Tirkiyê birîndar kirî, derman bike
Kongreya Star wê her du zarokên Tirkiyê birîndar kirî, derman bike
26 ÇILE, 2019   11:00

TOLÎN HESEN / HELEB

Di êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li ser Efrînê, zirarên di laş û nefsiya (derûnî) zarokan çêkir, di nava de ji ber kêm derfetên madî û tenduristiya pêwîst nayên dermankirin.

Di 11`ê Mijdara 2018`an, ajansa me bûyera gundê Berbenê ya girêdayî navçeya Raco ku tê de malbata her du zarokên bi navên Mihemed Ebdilqadir (13) û Cuma Ebdilqadir (4) ji ber êrîşa balefira dagirkeriya Tirkiyê di dîroka 5`ê Adara 2018`an de birîndar bûn, belav kiribû.

Mihemed, lingê wî yê rastê şikest, rêyê wî şewitî û parçe li hemû laşê wî belav bûn. Cuma jî her du çavên wî kor bûn.

Serpêhatiya her dû zarokan li sr malperên civakî û dezgehên çapemeniyê belav bû, piştî ku malbatên wan banga alîkariyê kirin.

Hemleya "Jin ji bo Efrînê rabin ser piyan" bi alîkariya wan girt ser xwe

Komîteya Têkiliyên Diplomasî ya Kongreya Star a Helebê bi hevkariya Koodînasyona Kongreyê li Rojava bi rêya hemleya "Jin ji bo Efrînê rabin ser piyan" ji bo her du zarokan Mihemed û Cuma pere kom kirin.

Ji ber vê yekê, di hemleyê de zêdetirî hezar dolar bi qasî nirxê emeliyata wan li gorî kadroyên tenduristiyê yên bajarê Helebê teqez kirine, kom kirin.

Komîteya Têkiliyan dest bi tedbîrên pêwîst ji her du zarokan Cuma û Mihemed re kirin, tê payîn ku emeliyata Mihemed li bajarê Helebê pêk were lê ji ber rewşa giran a Cuma dê derxînin dervayî bajêr ku derman bikin.

Derbarê mijarê de, endama rêveberiya komîteya Têkiliyên diblomasî ya Kongreya Star a Helebê Leyla Xalid wiha got:"Ji ber pêkanînên qirêj ên faşîsta Tirkiyê yên li ser  Efrînê gelek zarok bi giranî birîndar bûn, me hewl da em xwe bigihînin hin ji wan û alîkariya wan bikin, me bi rêya hemleyê ji bo her du zarokan Mihemed û Cuma û 3 zarokên din pere kom kirin û hemû alîkariyên xizmetguzeriyê pêşkêşî malbata wan kir."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku her du zarok ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve hatin rakirin û birin bajarê Helebê ku li nexweşxaneya El-Cemia bên dermankirin, zêdetirî hefteyekê di wir de man, paşê meta wan a li taxa Şêxmeqsûd anîn ku li rewşa wan binêre.

(bm)

ANHA