Kesên gumanbar ku teqîna Minbicê pêk anîne, hatin girtin

Şeva derbasbûyî Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî çalakiyên ewlehiyê li dijî şaneyên razayî li dar xistin. Tê de kesên gumanbar ku bi çalakiyên xerabkirina ewlehiya bajêr rabûne û têkiliya wan bi teqîna li xwaringeha Qesir El-Umraa heye, binçav kirin.

Kesên gumanbar ku teqîna Minbicê pêk anîne, hatin girtin
26 ÇILE, 2019   10:48

MINBIC

Hêzên taybet ên girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi hevkariya ezmanî ya Koalîsyona Navneteweyî û komên ji hêzên Marines ên amerîkî, şeva derbasbûyî çalakiyên ewlehiyê li dijî şaneyên razayî yên çeteyan li bajarê Minbicê li dar xistin.

Nûçegihanên ajansa me ji bajarê Minbicê ragihand ku şeva derbasbûyî gelek çalakiyên ewlehiyê ji aliyê hêzên taybet ên girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê û hêzên Amerîkayê ve hatin lidarxistin. Piştî lêgerîn û lêkolînan û agahiyên îstixbaratan, komek di malên li taxên bajêr de hate girtin, her wiha intîşareke berfireh ji aliyê bendên kontrolê û dewreyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li hemû kolanên Minbicê belav bûn.

Li aliyekî din nûçegihanên me teqez kir ku çalakiyê şaneyên razayî yên çeteyan heta seatên serê sibehê kirin hedefa xwe. Ev yek piştî rêzehewldanên komên çeteyan hatin ku ewlehî û îstîqrara herêmê bi rêya çalakiyên teqîn û çandina mayinan li hin noqteyên stratejîk kirin hedef, a herî dawî li pira Qereqûzaq a rêya di navbera rojhilat û rojavayê çemê Firatê de, beriya vê jî teqîna xwekuj ji dewreya Koalisyonê navenda bajêr de.

Her wiha nûçegihanên me diyar kir ku hin kesên gumanbar ku çalakiya teqîna li pêşiya xwaringeha Qesir El-Umraa pêk hat û tê de 15 sivîl û leşker, di nav de 4 leşkerên Amerîkayê, şehîd bûn, girtin û gelek çek di malê de desteser kirin.

(jo)

ANHA