‘Şoreşa Rojava hemû planên dijberî projeya demokratîk vala derxist’

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Şahoz Hesen diyar kir ku şoreşa Rojava planên dijberî projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vala derxist. Her wiha bang li pariyên siyasî yên Kurdî kir ku piştgiriyê bidin yekîtiya Kurd û li dar xistina kongreya netewî ya Kurdistanê.

‘Şoreşa Rojava hemû planên dijberî projeya demokratîk vala derxist’
‘Şoreşa Rojava hemû planên dijberî projeya demokratîk vala derxist’
‘Şoreşa Rojava hemû planên dijberî projeya demokratîk vala derxist’
‘Şoreşa Rojava hemû planên dijberî projeya demokratîk vala derxist’
25 ÇILE, 2019   11:28

QAMIŞLO

Hevserokê PYD`ê Şahoz Hesen di sêyemîn kongerya PYD`ê  ya navçeya Tirbespiyê ku îro tê lidarxistin, axivî. Hesen lidarxistina kongreyê Ii hemû beşdaran pîroz kir û diyar kir ku serkeftinên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û têkbirina terorîstan hemû planên hêz û dewletên dijberî azadiya gelê Sûriyê û projeya demokratîk vala derxist.

Şahoz Hesen di axaftina xwe wiha berdewam kir: “Şervanên YPJ/YPG`ê û QSD`ê dikarin li hemberî hemû gefan parastina xak û gelê xwe bikin. Ew jî tekane hêzin ku bi berxwedanê komên çeteyan têkbirin û herêm rizgar kirin.

Şahoz Hesen destnîşan kir, li kêleka serkeftinên leşkerî serkeftinên siyasî û rêxistinî jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Rêveberiya Xweser a Demokrtîk li ser esasasê pîvanên aştî û jiyana hevbeş têne bi rêvebirin. Şahoz Hesen got: “Tekane mînaka demokratîk ku dikare Sûriyeke demokratîk ava bike, Rêveberiya Xweser e. Ji ber wê sîstemên dijberî projeya demokratîk ku naxwaze yekîtiya galan ava bibe dewleta Tirk a dagirker e. Lê girêdana gel, hêz û îradeya wan dê hemû planên dijber vala derxînin."

Şahoz Hesen di derbarê însiyatîfa KNK’ê de jî wiha axivî: “Em bang li partiyên Kurd hemûyan dikin ku piştgiriyê bidin însiyatîfê, hemû nakokiyên hundrîn û kesayetî bidin aliyekî û hêviyên gelê Kurd di ber çavan re derbas bikin.

Şahoz Hesen di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hewldanên Rêveberiya Xweser jib o çareserkirina aloziya Sûriyê û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em ji bo diyalogên bi hemû aliyên ku ji bo demokratiyê û guhertinê vekirî ne, re amade ne. Diyalogên bi Rêjîmê re dê li ser esasê ku çawa destûreke nû ji bo parastina mafên hemû pêkhateyan di nava Sûriyeke demokratîk de, bixebitin.”  

Kongre didome.

(bx/bm)

ANHA