Gelên Bakurê Sûriyê berxwedana Kobanê ji bîr nakin’

Şêxê êla El-Hinade destnîşan kir ku berxwedana Kobanê bi saya vîn û israra şervanên wê ket nav rûpelên dîrokê û wiha got: "Bi saya wê herêmên me ji terorê rizgar bûn û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê berxwedana bêhempa jî bîr nakin."

Gelên Bakurê Sûriyê berxwedana Kobanê ji bîr nakin’
25 ÇILE, 2019   08:18

MIHEMED EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Şêxê êla El-Hinade Îbrahîm El-Îsa bi boneya salvegera 4`an a rizgarkirina Kobanê ku di 26`ê Çileya 2015`an de ji DAIŞ`ê rizgar bû, ji ajansa me re axivî.

Serkeftina berxwedana Kobanê û têkçûna DAIŞ`ê qonaxeke dîrokî li herêma Rojhilata Navîn ava kir. Kobanê beriya 4 salan rê li ber dirêjbûna DAIŞ`ê girt û ji aliyê leşkerî ve çeteyên DAIŞ`ê têk birin. Di encamê de û piştî 4 salan ji şer, rûbera herêmên di bin serweriya DAIŞ’ê de roj bi roj kêmtir bûn.

Girêdayî mijarê şêxê êla El-Hinade ya Bakurê Sûriyê Îbrahîm El-Îsa wiha got: "Berxwedana Kobanê ket dîrokê, ji ber ku çekên ku şervanan bi kar dianîn, çekên ferdî bûn û nikarin li ber tank û çekên giran li ber xwe bidin."

Îbrahîm El-Îsa destnîşan kir ku berxwedana Kobanê wateya fedekariyê girt. Ciwanên wê li hember çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe dan. El-Îsa diyar kir ku ciyawaziyeke mezin di navbera êrîşker û parêzvanên ax û şerefê de heye.

El-Îsa diyar kir ku şervan dema li Kobanê tê dikoşiyan, di wê baweriyê de bû ku şehadet ji jiyana di bin hikûmeta êrîşkeran de û mayina bê ax, azadî û rûmet, baştir e. Berxwedana wan bê reqîb bû û ew tişt di serkeftinên ku bi dest xistine de diyar bû.

Îbrahîm El-Îsa destnîşan kir ku beyî serkeftina Kobanê, berxwedana şêniyên wê û xwîna şehîdan, ne pêkan bû ku Girê Spî ji terorê rizgar bibe. Bi berxwedan û serhildana Kobanê li hember êrîşkaran, herêm ji terora ku tevahiya cîhanê tehdîd dikir, rizgar bûn. Îbrahîm El-Îsa tekez kir ku ew dîroka rizgarkirina wan ji tarîtiyê ango ji çeteyên DAIŞ`ê ji bîr nakin.

Îbrahîm El-Îsa wiha pê de çû: "Me piştgiriya QSD`ê kir ku li Kobanê bi ser ket. Ji ber ku me li cem wan rêya xilasiya ji tariyê dît. Piştî rizgarkirinê ji nû ve hevgirtina gelên herêmê û tevna civakî ya ji hezaran salan ve vegerî."

Di dawiya gotinên xwe de şêx Îbrahîm El-Îsa wiha got: "Em berxwedana Kobanê û destkeftiyên ku hatine bidestxistin, ji bîr nakin. Ew berxwedaneke bêhempa ye, nabe ku ji bîra me biçe. Ji ber ku bi vîna şervanan û berxwedana wan li hember çeteyên ku cîhan tirsandin, bi ser ket."

(şx)

ANHA