Şehîdê QSD‘ê Dilşêr li Tirbespiyê hate veşartin

Bi tevlêbûna bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şervanê QSD‘ê Hemze El-Selmo (Dilşêr) ê di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê şehîd bibû li Goristana Şehîd Dilşêr a navçeyê hate veşartin.

Şehîdê QSD‘ê Dilşêr li Tirbespiyê hate veşartin
Şehîdê QSD‘ê Dilşêr li Tirbespiyê hate veşartin
Şehîdê QSD‘ê Dilşêr li Tirbespiyê hate veşartin
Şehîdê QSD‘ê Dilşêr li Tirbespiyê hate veşartin
Şehîdê QSD‘ê Dilşêr li Tirbespiyê hate veşartin
Şehîdê QSD‘ê Dilşêr li Tirbespiyê hate veşartin
Şehîdê QSD‘ê Dilşêr li Tirbespiyê hate veşartin
24 ÇILE, 2019   18:33

QAMIŞLO

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û ji aliyê şervanên YPG‘ê ve merasîma leşkerî pêk hat.

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî Îbrahîm sersaxî ji malbata şehîd Dilşêr re xwest û anî ziman ku şehîdan ji bo parastina gel û ewlehiya xwe feda kirin, ji ber wê pêwîste xwedî li keda wan were derketin.

Ji fermandarên YPG‘ê Harûn Tirbespiyê jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan da heta avakirina jiyaneke bi azad û rumet.

Nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Girse cenazeyê şehîd li goristana Şehîd Dilşêr bi dirûşme û tîlîliyên dayikan spartin axê.

ANHA