Ji konê çalakiyê ya Girê Spî berxwedana Leyla Guven û Yagiz hate silavkirin

Şêniyên Bakurê Sûriyê ji bin çalakiya konvedanê ya ku li Girê Spî li nêzî sînorên Tirkiyê hatiye lidarxistin, piştgiriya xwe bi Leyla Guven û Nasir Yagiz re anîn ziman.

Ji konê çalakiyê ya Girê Spî berxwedana Leyla Guven û Yagiz hate silavkirin
Ji konê çalakiyê ya Girê Spî berxwedana Leyla Guven û Yagiz hate silavkirin
Ji konê çalakiyê ya Girê Spî berxwedana Leyla Guven û Yagiz hate silavkirin
24 ÇILE, 2019   16:10

GIRÊ SPÎ

Çalakiyên konvedanê ya bajarê Girê Spî di roja xwe ya 41 de didomin. Bi sedan şêniyên kantonê û herêmên derdorê tev li çalakiyê bûn û gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Di çalakiyên îro de endamê Meclisa Kantona Girê Spî Xelîl Ebdulkerîm û endama Kongreya Star Ibtîsam Mihemed axivîn û berxwedana têkoşerên çalakgerên greva birçînûn Leyla Guven di girtîgehên Tirkiyê de û Nasir Yagiz li Başûrê Kurdistanê silav kirin.

Ebdulkerîm di axaftina xwe de got, "Konê çalakiyê yê kantona Girê Spî, li beramberî sînorê Tirkiyê dengê gelê Sûriyê bi tevahiya pêkhateyên wê ye, dengê gelê ku zulm, zordarî û tadeyê li ser xak, şeref û rûmetê qebûl nake. Me ji cîhanê re isbat kirin ku ew gelekî berxwedêr û li dijî gefênTirkiyê hevgirtî ne."

Di berdewama axaftina xwe de Xelîl Ebdulkerîm teqez kir ku ew ê bi yekrêzî li hember her êrîşekê ji derve bisekinin û heta dawiyê dê li ber xwe bidin.

Her wiha Xelîl Ebdulkerîm bang li cîhanê kir ku li hember terorîstê ku teror derbasî cîhanê kiriye bêdeng nemînin.

Di dawiyê de Ebdulkerîm Xelîl piştigiriya xwe bi Leyla Guven û Nasir Yagiz re û berdewamkirina çalakiyan ta pêkanîna azadiya Ocalan, teqez kir.

Ji aliyê xwe ve Ibtîsam Mihemed got: "Em dest ji daxwazên xwe bernadin û serî li hember gefên Tirkiyê natewînin. Em bi hev re li ber xwe didin."

Ibtîsam destnîşan kir ku bi berxwedana Leyla Guven û Nasir Yagiz re israr û hêza wan a berxwedanê li hember her êrîşekê li dijî herêmê zêde dikin.

Ibtîsam got "Leyla Guven ji bo destekdayîna bi wê re spasiya tevahiya jinên cîhanê kir û bang li wan kir ku asta têkoşînê bilind bikin û daxwaza mafên xwe yên rewa bikin."

Di dawiyê de Ibtîsam soza şopandina berxwedanê ta rizgarkirina tevahiya dîlgirtiyan û tunekirina terorê da.

(şx)

ANHA