Kongreya Star: Kanî edalet û dengê mafparêzan?

Kongreya Star a Helebê diyar kir ku Tirkiye nikare meşaleya azadiyê vemirîne û îradeya gelên xwedî lehengên mîna Leyla Guven û Avestayan, bişkîne û  pirsa “Li hember kiriyarên bê mirovî yên li ser girtiyan kanî edalet û dengê mafparêzan?” kirin.

Kongreya Star: Kanî edalet û dengê mafparêzan?
24 ÇILE, 2019   13:17

HELEB

Kongreya Star a Helebê bi beşdarbûna dehan jinên saziyan daxuyaniyek dan. Di daxuyaniya kongreyê de bang li hemû jinan hat kirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî di zîndanên Tirkiyê rabin serhildanan û diyar kirin her roja ku diçe rewşa tenduristiya Leyla Guven xirabtir dibe.

Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya kongreyê Hêvîn Silêman ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Tekoşîna jin di dîrokê de, li hember hişmendiya baviksalar û desthilatdariyê rola xwe ya kok heye û girîngiyeke mezin di guhertina vê hişmendiyê de lîstiye. Jina xwedî zanebûn û îradeya azad desthilatdariyê qebûl nake, mînakên wê tekoşer Leyla Qasim û Bêrîtan û Zîlan ku li hember zilmê li ber xwe dan. Ji berxwedana zîndanan Sakîne Cansiz û tekoşer Zeyneb Celaliyan ku di zîndana Îranê hate hêsîr girtin.

Di vê pêvajoya hesas ku em têra derbas dibin, faşîzma Tirkiyê şikandina berxwedan û îradeya me dike hedefa xwe her wiha bi rêya gefên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember destkeftiyan, Erdogan û çetyên wî nikarin îradeya me li hember kiryarên hovane bişkînin.

Tekoşer Leyla Guven di zîndanên Tirkiyê de dest bi hemleya greva birçîbûnê kir û heta niha dewam dike, daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê gelan û mirovahiyê Abdullah Ocalan dike.

Tekoşer Leyla Guven di rewşeke pir dijwar de ye, roj bi roj tenduristiya wê xerab dibe, di demeke ku hêzên navneteweyî, cîhanî û rêxistinên mafparêz û mirovî bêdeng in.

Li hember kiryarên bêmirovî kanî edalet û dengê mafan, Tirkiyê nikare meşaleya azadiyê vemirîne û nikare îradeya gelên xwedî leheng mîna Leyla Guven , Avesta û Barînan bişkîne.”

Kongerya Star di dawiya daxuyaniya xwe de banga derketina qadan kir û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Abdullah Ocalan, Leyla Guven û girtiyên siyasî kir.

Daxuyanî bi silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

(jo/bm)

ANHA