Li Şamê teqîn

Ajansa SANA’yê ser bi rejîma Sûriyê ragihand ku li herêma El-Edewî ya paytexa Sûriyê Şamê mayînek teqiya. Her wiha Navenda Çavdêriyê ya Mafê Mirovan diyar kir ku di encamê de birîndare hene.

Li Şamê teqîn
24 ÇILE, 2019   13:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA’yê ya ser bi rêjîma Sûriyê, ragihand ku teqîneke terorîstane li herêma El-Edewî ya Şamê pêk hat.

Ajansê diyar kir ku teqîn ji ber mayînek ku di erebeyekê de hatibû bicihkirin çêbû. Di encama teqînê de ziyanên madî çêbûn her wiha hindek welatî birîndar bûn.

Navenda Çavdêriyê ya Mafê Mirovan diyar kir ku dengekî dijwar li peytexa Sûriyê Şamê ji ber teqîna li herêma El-Edewî ya dikeve aliyê rojhilatê Şamê, hat bihîstin.

Çavkaniyan ji Navenda Çavdêriyê re teqez kirin ku dibe teqîn ji ber mayînekê ku ji aliyê kesên ne nas ve pêk hatibe. Di encam de ziyanên madî çêbûn û birîndar jî hene.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku 20`ê Çileyê li herêma El-Mutehilq a başûr li nêzî yek ji navendên ewlehiyê yê girêdayî îstixbaratên leşkerî pêk hat. Heta niha nehatiye diyarkirin ku teqîn ji ber mayîn yan jî erebeyeke teqemenî pêk hatiye.

(bx/bm)