Hêviyên Erdogan li Sûriyê binpê dibin

Dewleta Tirk careke din li ser zimanê berpirsên xwe siyasetên xwe yên nakok dubare kirin û îdia kir ku Tirkiye têkiliyan bi hikumeta Sûriyê re pêk tîne û ji bilî mayîna Esad, di mijarên din de bi Rûsyayê re li hev kirine.

Hêviyên Erdogan li Sûriyê binpê dibin
24 ÇILE, 2019   12:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker Mevlut Çavuşoglu ji televîzyona A Haberê ya nêzî hikûmeta AKP’ê re ragihand ku Tirkiye têkiliyên nerasterast bi hikumeta Sûriyê re pêk tîne, lê tu daxuyaniyên fermî der barê naveroka van danûstandinên nakok de nedan.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve Erdogan piştgiriya komên çekdar û çeteyên terorîst ên li dijî rejîmê şer dikin, berdewam dike. Ev siyaset bûn sedema kuştina bi sed hezaran kesan û rûxandin a bi dehan bajaran.

Her wiha Tirkiyê hebûna artêşa Sûriyê li ser sînorê Minbicê red kir.

Di hevpeyvînekê de wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu wiha got: "Tirkiye û Rûsya di heman rêyê de ne û dixwazin li Sûriyê bigihîjin çareseriyeke siyasî. Lê tenê di mijara mayîna serok Beşar El-Esad de li hev nakin.”

Li aliyekî din jî Çavuşoglu destnîşan kir ku wekheviyek di nêrîna Tirkiye û Amerîkayê de li ser “herêma ewle” ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye û Washington dixwaze hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne.

Çavuşoglu diyar kir ku ew di îqnakirina Rûsya û dewletên din de ji bo “herêma ewle” bi bin ketine û wiha got: “Tirkiye dikare bi tena xwe jî vê erkê pêk bîne.”

Ev her du daxuyaniyên nakok ên wezîrê Tirk Çavuşoglu dide xuyakirin ku dema serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn “herêma ewle” red kir, hêviyên Tirkiyê li ser erdê binpê bûne.

Tevî hemû lihevkirinên dawîn ên Amerîka û Tirkiyê jî heta niha nakokî di navbera Tirkiye û Amerîkayê de berdewam dike.

(jo/bm)