Rizgarbûna jinekê ji dagirkeriyê

Jina bi navê S.M. ku 8 meh piştî dagirkeriya dewleta Tirk ji Efrînê derketiye, çîroka xwe ya rizgarbûna ji dagirkeriyê wiha vegot: “Min 350 dolar daye, 6 saetan tevî pitika xwe di nava çiya û geliyan de, di bin baranê de meşiyam heta ku ji Efrînê derketim. Bes piştî ku ez gihaştim Şehbayê, min hemû nexweşî û astengî ji bîr kirin.”

Rizgarbûna jinekê ji dagirkeriyê
24 ÇILE, 2019   12:10

FÎDAN ABDULLAH / EFRÎN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20’ê Çileya 2018’an de êrîşî kantona Efrînê kir. Gelê Efrînê 58 rojan li dijî tank, top û balafirên dewleta dagirker, li ber xwe da. Gelê Efrînê ji ber êrîşên dijwar piştî 58 rojan neçar man ji warê xwe derkevin û qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê li kampên Şehbayê bidomînin. Lê dîsa gelek malbatan jî ji ber dijwariya êrîşan nekarîn ji Efrînê derkevin.

Piştî dagirkirina Efrînê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên li dijî mirovahî yên wekî kuştin, revandin, talankirin û dizîna malên şêniyan kirin û ev yek heta roja îro jî berdewam e.

Jina bi navê S.M ku ji ber ewlehiyê nekarî navê xwe eşkere bike jî yek ji wan şêniyan e ku nekarî ji Efrînê derkeve. S.M. beriya çend rojan ji Efrînê derket û xwe gihand kantona Şehbayê. S.M. hem di berxwedana 58 rojan de li ber xwe da, hem jî bû şahida binpêkirinên dewleta dagirker û çeteyên wê.

Efrîn veguheriye cihê şerekî cîhanî

S.M. dibêje ji destpêka êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, her tiştê Efrînê rastî sûcên hovane tên û wiha got: “Êrîşan Efrîn vegerandiye cihê şerekî cîhanî. Şêrê cîhanî xistine herêmê.”

Cîhan bi Berxwedana Serdemê matmayî ma

S.M. wiha qala berxwedana gelê Efrînê dike: “Şêniyên Efrînê nehişt dagirker bi hêsanî bikevin Efrînê. Cîhan û artêşa Tirk a dagirker ku duyemîn hêza NATO’yê ye, li hember berxwedana gelê Efrînê matmayî man. Ji ber wê jî Tirkiyê bi hemû xwe hêza xwe Efrîn dagir kir.”

Bêdengiya navdewletî sedema sereke ya dagirkirina Efrînê ye

S.M. girêdayî bêdengiya navdewletî ya li hember êrîşên dagirkeriya Tirk wiha got: “Tevahiya dewletên cîhanê yên ku demokrasiyê îdia dikin û rêxistinên mafên mirovan komkujiyên li ser Efrînê û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker bê deng man û bi vê jî bûn alîkarê dagirkirina Efrînê.”

Herî zêde zext li ser jinan tê kirin

S.M. trajediya xwe ya di bin dagirkeriyê de wiha rave dike: “Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve me nedikarî tev bigerin, bi taybet jî jin. Di bin navê olê de gelek kiryarên xirab li ser jinan didan meşandin. Bi taybet jî rojane jin tên revandin. Di bin navê helal û heramiyê de cilên reş li jinên Efrînê kirin û rola wê di civakê de tepeser kirin.”

Bi dengên guleyan gel dixapînin ji bo malên wan talan bikin

S.M. yek ji şevên di bin dagirkeriyê de wiha bi bîr tîne: “Dengê gule, pevçûn û qîrînê hat bihîstin. Di nava komên çete de pevçûn derketibû. Em jî tirsiyan û çûn cem mala xizmên xwe. Piştî çend saetan dengê pevçûnê bi dawî bû. Lê dema em li mal zivirîn, em matmayî man. Ji ber ku mala me hatibû talankirin. Wê demê me ferq kir ku pevçûn ne rast bûn, tenê ji bo ku  bikarin malan talan bikin, gule avêtibûn.”

Çeteyên ji berxwedanê tirsiyane, naxwazin tev li êrîşan bibin

S.M. rewşa Efrînê ya piştî dagirkirinê wiha vegot: “Efrîn ji tevahiya aliyên jiyanê ve di nav tevliheviyê de ye. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê fermanên xwe li ser şêniyan ferz dikin. Hemû îdiayên ku dibêjin herêm ewle ye, ne rast in. Di van demên dawîn de artêşa Tirk a dagirker hewl dide çeteyên xwe yên li Efrînê neçar bike ku tev li êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin. Gelek çeteyên ku ji berxwedana Efrînê tirsiyane, naxwazin tev li êrîşan bibin. Lewma jî her tim bi hev dikevin.”

Jina bi navê S.M. di dawiya gotinên xwe de qala astengiyên dema derketina xwe ya ji Efrînê kir û wiha got: “Min 350 dolar daye, 6 saetan tevî pitika xwe di nava çiya û geliyan de, di bin baranê de meşiyam heta ku ji Efrînê derketim. Bes piştî ku ez gihaştim Şehbayê, min hemû nexweşî û astengî ji bîr kirin.”

(şx/bm)

ANHA