Li Sûdanê banga xwepêşandanan

Komên pîşeyî û siyasî yên opozîsyona Sûdanê bang kir ku îro li hemû bajar û gundewarên Sûdanê xwepêşandan bên lidarxistin.

Li Sûdanê banga xwepêşandanan
24 ÇILE, 2019   11:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Komên pîşeyî û 3 komên siyasî yên Sûdanê bang kir ku îro li tevahî bajar û gundewarên Sûdanê xwepêşandan werin lidarxistin.

Her wiha bang li 17`ê koman kirin ku berê xwe bidin qesra serokatiyê li paytexta Sûdanê Xertûmê. Hate zanîn ku xwepêşandan dê ji Um Derman, El-Xertûm Behrî û rojhilatê Nîlê dest pê bikin.

Polîsên Sûdanê bombeyên gazê avêtin da ku xwepşandêrên li herêma El-Hac Yûsif a bajarê Behrî yê bakurê Xertûmê û Embide yê bajarê Um Derman ê rojavayî Xertûmê ji hev belav bikin.

(bx)