Li Dêrazorê yekemîn selexane hate vekirin

Komîteya Xizmetguzariyê ya bajarokê El-Sawa yê gundewarên rojavayê Dêrazorê, selexaneyek vekir.

Li Dêrazorê yekemîn selexane hate vekirin
Li Dêrazorê yekemîn selexane hate vekirin
24 ÇILE, 2019   09:49

DÊRAZOR

Di demên dawîn de ji ber çavdêriya kêm di aliyê tenduristiyê de, her kesî li gorî xwe sewal ser jê dikirin û vê yekê metirsî ji welatiyan re çêkir ku nexweşî bi vê yekê pêk werin. Ji ber vê yekê Komîteya Xizmetguzariyê ya Meclisa El-Sawa bi hevkariya Meclia Sivîl a Dêrazorê selexaneyek (cihê serjêkirina sewalan) vekir.

Ji aliyê xwe ve hevserokê Komîteya Xizmetguzariyê ya meclisa gundê El-Sawa destnîşan kir ku komîteyê 4 dikan tevî alavên pêwîst ji bo serjêkirina sewalan diyar kirin, her wiha dê Komîteya Tenduristiyê rojane li ser pêkanîna serjêkirinê bisekine û çavdêriya nexweşiyan bike.

Tê payîn ku selexane di meha bê de dest bi kar bike.

ANHA