HRE: Li Efrîn û Ezazê, leşkerekî Tirk û 3 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku wan li Ezaz û Efrînê, li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 çalakiyên bi bandor li dar xistin. Di encam de leşkerekî dewleta Tirk a dagirker û 3 çeteyên wê hatin kuştin, çeteyek birîndar bû, wesayîtek û baregehek jî hatin rûxandin.

HRE: Li Efrîn û Ezazê, leşkerekî Tirk û 3 çete hatin kuştin
HRE: Li Efrîn û Ezazê, leşkerekî Tirk û 3 çete hatin kuştin
HRE: Li Efrîn û Ezazê, leşkerekî Tirk û 3 çete hatin kuştin
HRE: Li Efrîn û Ezazê, leşkerekî Tirk û 3 çete hatin kuştin
24 ÇILE, 2019   09:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE), bi daxuyaniyekî diyar kir ku wan li Efrînê, li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 çalakiyên bi bandor li dar xistin û di encam de leşkerekî dewleta Tirk a dagirker û 3 çeteyên wê hatin kuştin.

Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye;

“Şervanên me li Efrînê, çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wê didomînîn. Di vê çarçoveyê de, li navçeya Şêrewa ya Efrînê û Ezazê, li dijî dagirkeran 2 çalakiyên bi bandor hatin lidarxistin. Di derbarê çalakiyên ku hatine lidarxistin de agahiyên berfireh wiha ne;

1. Di 20’ê meha Çileyê de, şervanên me li gundê Basilê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê, çalakiyeke sekvaniyê li dijî leşkerek artêşa Tirk a dagirker pêk anîn. Di encama çalakiyê de leşkerê Tirk hat kuştin.

2. Di 22’ê Çileyê de, şervanên me li gundê Ebla yê Ezazê ku dikeve bakurê Helebê li dijî baregehek çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de tevî berpirsiyarê benda kontrolê ya navçeya Exterînê ya Helebê 3 çete hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû. Her wiha baregeha çeteyan û seyareyeke leşker tê de bûn hatin rûxandin.”

(bm)