‘Tirkiye gefan li herêmê dixwe, ma dê çawa çavdêriya herêma ewle bike?’

Endamên Meclisa Sivîl a Reqayê redkirina xwe ji bo avakirina “herêma ewle” bi çavdêriya Tirkiyê tekez kir û diyar kir ku wek gelê Sûriyê hîna komkujiyên dagirkeriya Osmanî ji bîr nekirine heta ku îro dagirkeriya hikumeta AKP`ê qebûl bikin.

 ‘Tirkiye gefan li herêmê dixwe, ma dê çawa çavdêriya herêma ewle bike?’
24 ÇILE, 2019   09:17

EMMAR EL-XELEF - XALID EL-CUMA / REQA

Endamên Meclisa Sivîl a Reqayê ji ajansa me re axivîn û daxuyaniyên Tirkiyê ku dibêje ew ê çavdêriya “herêma ewle” ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, red kirin.

Endamê Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Hisên El-Bircis wiha got: "Piştî ku DYA`yê ragihand ku ew dixwaze herêmek ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bike, yekser Tirkiyê daxuyanî da û got ew ê wê herêmê biparêze. Em qebûl nakin ku dewleteke dagirker parêzvanê herêma ewle be ku hewcedariya herêmê pê tune ye."

Hisên El-Bircis wiha domand: "Pergala Tirkiyê pergaleke dîktatorî û faşîst e. Tu aliyek derve nikare baweriya xwe pêk bîne. Em bang li Meclisa Ewlehiyê dikin ku yekser li dijî daxuyanî û gefên Erdogan mudaxele bikin û em bi hêvî ne ku aloziya Sûriyê di danûstandina Sûrî-Sûrî de çareser bibe."

Her wiha hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Enwer El-Ehmed wiha axivî: "Em her mudaxeleyeke Tirkiyê ji kar û barên Sûriyê re red dikin. Welatê me di nav ewlehî û aramiyê de ye. Tirkiye gefan li herêmê dixwe, çawa wê me biparêze?"

Enwer El-Ehmed destnîşan kir ku li gel gefên Tirkiyê ne pêkan e ku behsa herêma ewle were kirin û herêmeke ewle bi sponseriya dewleta Tirk nayê pejirandin.

Enwer El-Ehmed wiha pê de çû: "Gelo rêxistina mafên mirovan ji bo zaroka Sara ya 6 salî li ku derê ye, dema ku bi guleya sekvanên dagirkeriya Tirk hate kuştin?"

Di dawiya gotinên xwe de Enwer El-Ehmed tekez kir ku pergala Tirkiyê berovajî ku idîa dike, li Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablus û Idlibê bi rêya çeteyên xwe mîan Cebhet El-Nusra siyaseta asîmîlasyonê dimeşîne û zimanê tirkî li dibistanên Efrînê ferz dike.

Endama Meclisa Sivîl a Reqayê Xilûd El-Elî destnîşan kir ku pergala Tirkiyê îdia dike ku ew ê sposeriya herêma ewle bike da ku ewlehiya xwe biparêze û ev tişt got: "Gelo ewlehiya wî li ku derê bû dema DAIŞ`ê piraniya sînorên Tirkiyê dagir kiribûn."

Di dawiya gotinên xwe de Xilûd El-Elî diyar kir ku eger herêmek ewle were avakirin, divê bi rêya dewleteke mîsogerkar a ji Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî be.

(şx)

ANHA