Hêzên Ewlekariya Tebeqayê qedexeya derketina derve ragihand

Ji ber rewş tevlihev a li bajarokê Mensûrayê ya rojhilatê başûrê Tebqayê derketibû Hêzên Ewelkariya Hundirîn a herêma Tebqayê bi biryarnameyekê derketina derve qedexe kir.

Hêzên Ewlekariya Tebeqayê qedexeya derketina derve ragihand
23 ÇILE, 2019   22:33

TEBQA

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a  herêma Tebqayê li ser malpera xwe ya tevna civakî biryarnameyek weşand û derketina derve ji bo 72 saetan ragihand.

Di biryarnameyê de wiha tê gotin "Li bajaroka Mensûrayê ya girêdayî Tebqayê roja çarşemê 23/ 01/2019‘an saet 12:00‘an rewşeke tevlihev derket, dema ku endamên Hêzên Ewekariya Hundirîn erka xwe ya rojane li ser bendên kontrolê pêk dianî kesekî ku talîmatên wan pêk ne dianî endamên me neçar ma ku destwerdan kirin, di encamê ajokarê erebeyê bi guleyê jiyana xwe ji dest da.

Mixabin li ser vê bûyerê rewşeke tevlihev li bajarokê derket. Hin kesan êrîşî navend û bendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin û zirar gihandin milkan. Ev yek bû sedem ku şaneyên li herêm bikevin tevgerê û tevliheviyê li bajêr derxînin, da ku baweriya gel bi rêveberiya sivîl û hêzên ewlehî û leşkerî lewaz bixin.

Li ser vî bingehê û ji erka me ya parastina gelê me, me ev biryar derxistin:

1-Hêzên me yên ewlehî û leşkerî li hemberî kesên ku qanûn û sîstemê binpê dikin û aramiya herêmê dike hedef dê yekser destwerdanê bike.

-Qedexeya derketina derve ji bo 72 saetan heya ferzkirin, ji roja pênşemê 24/01/2019 destpê dike.

3-Ji her kesî tê xwestin ku talîmatan pêk bîne û bi hêzên ewlehî û leşkerî re bibe alîkar da ku ewlehiya herêmê were parastin."

ANHA