ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-01-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-01-2019
24 ÇILE, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê, ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Çalakiyên mertala zindî ya şêniyên herêma Firatê li hemberî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Keramayê cenazeyê şehîd Ehmed El-Ebid El-Misrî yê di Pêngava Bagera Cizîrê ya "Şerê Tinekirina Terorê " şehîd bibû li Goristana Şehîd Sêvdar oxir dikin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Dêrikê cenazeyê 4 şehîdên yek jê enternasyonalîst li goristana Şehîd Xebat oxir dikin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rûspiyê Qebîleya El-Welda Welîd El-Xemrî got "Yê aştiyê bixwaze divê ji şer re amade be. Wekî rûspiyên qebîleyên Ereb li gel komployên li hemberî me têne kirin divê em parastina xweser xurt bikin. Ji ber ku parastina xweser beşek ji çanda eşîrtî ya Ereb e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Dêrikê tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û banga mezinkirina berxwedanê ta azadiya wî kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Eyn Îsayê avakirina herêmeke bi ewle li Bakurê Sûriyê bi çavdêriya Tirkiyê red kirin û gotin "Em naxwazin herêmeke bi ewle di bin çavdêriya Tirkiyê de ava bibe da ku sînaryoya li Efrînê careke din dûbare nebe. Herger pêwîst bi herêma bi ewle hebe, bila di bin çavdêriya Hêzên Parastina Aştiya Navdewletî be." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamên Meclisa Sivîl a Reqayê teqez kirin ku ew avakirina herêmeke bi ewle di bin çavdêriya Tirkiyê de red dikin û gotin "Wekî gelê Sûriyê em komkujî û binpêkirinên dagirkeriya Osmanî û neviyê wê hikûmeta AKP‘ê ya faşîzm ji bîr nakin, dagirkirina Efrînê mînaka herî ber bi çav a hovîtiya Tirkiyê ye. lew re pêwîst e Konseya Ewlekariyê hesab ji Erdogan bixwaze." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star e Helebê ji bo balê bikşîne ser berxwedana Leyla Guven ku ev 78 roj in di greve birçîbûnê de ye daxuyanî dide, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekîtiya Jinên Ciwan li herêma Dêrikê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destekdayîna ji bo Leyla Guven çalakiyan ji bo sê rojan li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şervana bi nav Hîba Zên di Meclisa Leşkerî ya Minbicê de azadiya ku berê nedîtiye dît. Armanca wê ew e ku tola şehîdan hilîne û çeteyên ku hewl didin ewlehiya şêniyan bihejînin têk bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- li Efrînê ji hemû aliyên jiyanê tevliheviyek giştî heye. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên terorîst fermanan li şêniyan ferz dikin. Gelek detayên bûyerên ku li Efrînê rû didin jina bi navê SM a ku piştî 8 mehan ji Efrînê derketiye vedibêje. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-40 malbatên nû xwe li kampa "Vegerê" ya navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê girtin. Rêveberiya kampê ji aliylê xwe ve amadekariyên vekirina sûkekê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Sivîl a Reqayê sererstkirina binsaziya bajarê Reqayê di nav de çareserêyên Neîm û Saayê û pira Reqay kevin didomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA