Rûspiyê qebîleya El-Welde: Divê em têgeha xweparastinê xurt bikin

Rûspiyê qebîleya El-Welda Welîd El-Xemrî got: "Yên ku aştiyê dixwazin divê xwe ji şer re jî amade bikin. Ji ber wê li hemberî komployên li dijî me têne kirin, wek serokeşîrên Ereb divê em têgeha xweparastinê di nav ciwanên xwe de xurt bikin." El-Xemerî teqez kir ku xweparastin beşek ji çanda êlên Ereb e.

Rûspiyê qebîleya El-Welde: Divê em têgeha xweparastinê xurt bikin
24 ÇILE, 2019   05:20

UDEYÎ EL-EHMED / TEBQA

Rûspiyê qebîleya El-Welde ya herêma Tebqayê Şêx Welîd El-Xemrî ji ajansa me axivî û rola şex û rûspiyan di perwerdekirina ciwanên xwe de li ser girîngiya parastinê destnîşan kir.

‘Eger me welatê xwe neparêzin wê kesek din neparêze‘

Şêx Welîd El-Xemrî di destpêka gotinên xwe de got: "Herêmên me bi hewcedariya ciwanên xwe ye. Ev xaka me ye divê em wê biparêzin. Axa vî welatî û xwîna şehîdan tev hev bûye. Ji ber wê divê em destkeftiyên ku bi vîna wan hatine bidestxistin biparêzin û pişta xwe bidin tu aliyekî derve."

‘Em deyndarên QSD‘ê ne‘

Şêx Welîd El-Xemrî destnîşan ku êlên herêmê deyndarên QSD`ê ne ku xaka welat bi xwîna şehîdan rizgar kiriye. Ji ber wê ji erka ciwanên herêmê ye ku xaka xwe ya ku hatiye rizgarkirin biparêzin û wiha pê de çû: "DAIŞ`ê di dirêjahiya 3 salan de tevlihevî li herêmên me belav kir. Tevahiya cureyên zulmê û koletiyê der heqê gelên herêmê de ji kuştin û koçberkirin di bin cuda fetweyan de pêk anîn. Lê QSD`ê erka bidawîkirina vê koletiyê û rizgarkirina gelê herêmê hilda ser xwe. Ji ber wê pêngavên leşkerî ji bo rizgarkirina herêmê ya ku bi saya fedekariyan azadiya xwe bidest xist da destpêkirin. Ji lew re em deyndarên QSD`ê ne."

Şêx Welîd El-Xemrî bal kişand ser şerên QSD`ê li dijî DAIŞ‘ê û got: "Êdî çeteyên DAIŞ`ê di erdnîgariyên biçûk de hatine tengavkirin. Ji ber wê dewleta Tirk gefa êrîşan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, di wê baweriyê de ku heger QSD‘ê niha li Dêrazorê şer dike wê ti kes hemberî wê nesekine. Lê hesabên wê şaş e. Ji ber her mirovek li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şervaneke û dê li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ber xwe bide."

‘Têgeha xweparastinê ji çanda herêmê ye‘

Di nav gotinên xwe de Şêx Welîd El-Xemrî destnîşan kir ku têgeha xweparastinê ji çanda herêmê ye û ev tişt anî ziman: "Eger em vegerin dîroka qebîle û êlên me em ê bibînin ku têgeha xweparastinê ji berê ve li gel wan hebû. Lê bi demê re veguherî teşeyên cuda. Di dîrokê de em dibînin ku çawa ciwanên her qebîleyekê li hember her êrîşkerekî beyî ku kesek ji wan bixwaze disekinin. Ji ber ku xweparastin erkek e. Ji ber wê pêwîstiya me bi parastina xak û destkeftiyan bi hemû hêz û israra me heye."

Şêx Welîd El-Xemrî di berdewama gotinên xwe de bal kişand ser tevahiya şaristanî û olan û çawa xwe parastine. Hindek ji wan çek rakirin, hindek din jî desteka madî û xwarinê pêşkêş kir û li benda kesekî neman da ku wan û hebûna wan biparêze.

‘Em ê li hember Tirkiyê bisekinin û xewnên wê pûç bikin‘

Şêx qebîleya El-Welda Şêx Welîd El-Xemrî teqez kir ku êlên Ereb ên herêmê li hember timayên Tirkiyê dê bibin keleha berxwedanê û wiha domand: "400 sal têrê kir ku gel têbighêje rastiya projeya Osmanî ya faşîst. Komkujiyên Ermen mînaka hovîtiya wê ye. Lew re îro wek êlên Ereb em ê ciwanên xwe ji bo parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku QSD`ê rizgar kirine bidin. Em vê şerfa bêhempa, şerfa berxwedanê û têkoşînê bi tevahiya pêkhateyan re parve dikin da ku xewnên Erdoganê hov têk bibin."

Şêx Welîd El-Xemrî gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Em mafdar in, xwediyên vê xakê ne û dîrok ji cîhanê re isbat kir ku xwediyên heq hertim li hember dagikerî û timaker bi ser dikevin."

(şx)

ANHA