Mijarên hevdîtina Erdogan û Putîn heman bûn

Serokên Rûsya Vladimir Putin û yê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan îro li paytexta Rûsyayê Moskoyê hatin ba hev û gelek mijarên girêdayî Sûriyê nîqaş kirin.

Mijarên hevdîtina Erdogan û Putîn heman bûn
23 ÇILE, 2019   20:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî gelek daxwazan ji aliyê Tirk ve, îro Erdogan û Putin li Rûsiya li hev civiyan. Hevdîtin qasî du saetan dom kir.

Piştî hevdîtinê her du alî ji çapemeniyê re axivîn. Serokê Rûsyayê Vladimir Putin piştgiriya xwe bi danûstandina di navbera Kurd û rêjîma Sûriyê re anî ziman û got: "Piştî vekişandina Amerîkayê ji Sûriyê, herêm dibin serweriya Kurdan de ye, ji ber wê ez piştgiriya danûstandina di navbera Kurd û Şamê de dikim."

Putîn girîngiya çareseriya aloziya Sûriyê ji aliyê siyasî, dîplomasî ve û ji bo parastina yekbûna xaka Sûriyê di çarçoveya biryara bi hejmara 2254 de destnîşan kir.

Ji aliyê xwe ve Erdogan mijara berdewamkirina lihevkirina Astanayê dubare kir û tekez kir ku Tirkiyê, Îran û Rûsya dê di demek pêş de lûtkeyek li Rûsya li dar bixin.

Girêdayî avakirina herêma ewle li Bakurê Sûriyê Erdogan got: "Amerîka bi awayekî erênî nêz bûn û li gel Rûsya tu pirsgirêk tune ye."

Girêdayî mijarê Putîn got: "Em metirsiyên Tirkiyê rêz digirin. Lê peymana Adana ya 1998`an heye û gelek mijara tê de hene."

Girêdayî mijara Idlibê aliyê Rûsî got: "Me bi aliyê Tirk re girtina hin gavên din li Idlibê nîqaş kiriye, ku divê terorîstên li Idlbê biçûk neyên dîtin". Putîn bi vê yekê îşart bi çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) ku piraniya parêzgeha Idlibê kontrol kiriye.

(şx)

ANHA