Helbestvan Mihemed Menla li Minbicê hat bibîranîn

Şênî rewşenbîrên Minbicê helbestvan Mihemed Menla Xizêl di salvegera sêyemîn a wefata wî de bi bîranîn.

Helbestvan Mihemed Menla li Minbicê hat bibîranîn
Helbestvan Mihemed Menla li Minbicê hat bibîranîn
Helbestvan Mihemed Menla li Minbicê hat bibîranîn
Helbestvan Mihemed Menla li Minbicê hat bibîranîn
Helbestvan Mihemed Menla li Minbicê hat bibîranîn
Helbestvan Mihemed Menla li Minbicê hat bibîranîn
Helbestvan Mihemed Menla li Minbicê hat bibîranîn
Helbestvan Mihemed Menla li Minbicê hat bibîranîn
23 ÇILE, 2019   17:17

MINBIC

Komîteya Çand û Hunerê û Yekîtiya Rewşenbîran merasîmê bîranînê yê helbestvan Mihemed Menla Xizêl ê di 5 Çileyê 2016‘an de çû ser dilovaniya xwedê, li salona pirtûkxaneya wî li dar xist.  Gelek rewşenbîr û şêniyên Minbicê beşdarî bîranînê bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre Hevserokê Komîteya Çand û Huner ya Minbicê Mihemed Qibirtayî, Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran Eliya Şahîd û bi navê malbata hebestvan Mihemed Menla pismamê wî Mihemed Derwîş axivîn.

Axaftvanan destnîşan kirin ku Minbic di xeta çandî û wêjeyî de de hertim li pêş e û gelê wê çand û kevneşopiya xwe diparêze û şopedarê xeta wêjevanên nemir wekî Xizêl e.

Her wiha hate gotin ku Minbic yek ji bajrên dîrokî û bi dehan helbestvan jê derketine wekî Ebû Fîras El-Hemdanî, Umer Ebû Rîşe, El-Buhturî û helbestvan Mihemed Menla Xizêl ên jiyana xwe ji bo çand û wêjeyî feda kirin.

Di bîranînê de kurtefîlmeke li ser jiyana Mihemed Menla Xizêl a wêjeyî hate pêşandan.

Di dawiyê de hinek helbestvanan helbest xwendin

(dh)

ANHA