3`yemîn kongreya PYD ya Serêkaniyê bi dawî bû

3`yemîn kongreya Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Serêkaniyê bi hilbijartina 12 rêveberan bi dawî bû.

3`yemîn kongreya PYD ya Serêkaniyê bi dawî bû
3`yemîn kongreya PYD ya Serêkaniyê bi dawî bû
3`yemîn kongreya PYD ya Serêkaniyê bi dawî bû
3`yemîn kongreya PYD ya Serêkaniyê bi dawî bû
23 ÇILE, 2019   16:47

HESEKÊ

Kongreya3`yemîn a Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya Serêkaniyê bi beşdarbûna 300 delegeyan vê sibehê destpê kiribû. Kongre li navena çand û hûnerê Waşûkanî a navçeyê bi dirûşma``Bi vîn û rêxistinê,Efrînê rizgar bikin û Sûriyeyeke nenavendî ava bikin``hate lidarxistin û bi hilbijartina 12 rêveberiyên partiyê yên navçeyê bi dawî bû.

endamên rêveberiyê cihê xwe di komîteyên``Jin,Ciwan, Karûbarên Civakî, Perwerde û Ragihandinê" de digirin.

Piştî axaftinên hevseroka PYD`ê endamên dîwana kongrê hatin hilbijartin.

 Di Kongreyê de peyamên pirozbahiyê, nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rapora siyasî hatin xwendin.

Paşê jî nîqaş derbarê raporan de û pêşniyar hatin kirin. Ji pêşniyarên derketin pêş. endam hemû tev li perwerdeya birdozî bibin, her wiha hejmarên endamên partiyê, bi taybet ciwan werin zêdekirin, her wiha buroyên partiyê li hemû bajarokên girêdayî navçeyên Serekaniyê bêne vekirin.

Piştî nîqaş û pêşniyaran, ji bo hilbijartina rêveberên nû ên partiyê dengdan pêk hat.

Delegeyan 12  rêveber hilbijartin.12 endamên rêveberiyê sond xwarin. Endamên rêveberiyê cihê xwe di komîteyên; Jin, Ciwan, Karûbar Civakî, Perwerde û Ragihandinê de cih digirin.

(sx)

ANHA