Jinên Efrînî bang li hiqûqa mafê mirovan kirin ku ji bo Leyla Guven bikevin tevgerê

Endamên jin ên Meclisa Rêveber Kantona Efrînê ji bo destekdayîna çalakiya Leyla Guven daxuyanî dan û bang li rêxistinên hiqûqî kirin ku tenduristiyê Leyla Guven kontorl bike û tecrîda li dijî Ocalan bi dawî bike.

Jinên Efrînî bang li hiqûqa mafê mirovan kirin ku ji bo Leyla Guven bikevin tevgerê
23 ÇILE, 2019   16:41

ŞEHBA

Endamên jin ên Meclisa Rêveber a Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê piştgirî dan Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku 77 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Daxuyanî li kampa Berxwedan a Kantona Şehbayê, bi zimanê Kurdî ji aliyê Arîn Bakîr, bi zimanê Erebî Zelûx Bekir û zimanê Îngilîzî ji aliyê Rizgar Lûlû ve hate xwendin. Beşdaran wêneyên têkoşer Leyla Guven û pankartên bi nivîsên `Bi vîna jina azad em ê dagirkeriyê bişkînin` hildan.

Di daxuyaniyê de hate gotin;

"Bi giyana jina azad û berxwedêr serkeftin û azadî pêkan e. Civaka ku tê de jin pêşeng be dê serkeftin hertim para wê ye. Em dizanin jin ji destpêka mirovahiyê ve pêşenga civakê bû û nimuneya azadî û edaletê bû. Jinê roleke pêşeng di warên jiyanê de siyasî, leşkerî, aborî û çandî ve lîstiye û ji bo mirovahiyê jiyan, çanda resen afirand û bû sembola aştî û edaletê.

Lê hêzên desthilatdar û Osmanî li hember hêzên jinê yên afrîneriyê bûn asteng. Bi tevahiya rêbazên hovane û komployên kirêt dûrî exlaqê hewl dan vîna jinê bişkînin û wê bê vîn û berxwedan bihêlin.

Lê jinê di dirêjahiya qonaxên dîrokê de tevahiya planên wê pûç kirin û bi israr û vîn li hember hewldanên wan li berxwe dida. Mînaka wê jî jina Kurd e. Jina Kurd israr û têkoşîna xwe li çiyayên azad isbat kir û bû nimuneyek cîhanî ya azadiya jin û mirovahiyê mîna Zîlan, Bêrîtan, Avesta, Barîn û Arîn. Ew bûn mûm û hîna jî wisa ne riya me ronî dikin. Hêzên dijber jî nikarîn planên xwe pêk bînin ji ber wê hovîtiya xwe zêde dikin.

Di van demên dawîn de têkoşer Leyla Guven xwest peyameke berxwedanê ji faşîst Erdogan re bişîne, da ku dîwara bêdengiya wijdana mirovahiyê bişkîne û tecrîdkirinê bi dawî bike.

Ji ber wê ew û hevalên xwe greva birçîbûnê de ne. Greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja xwe ya 77‘an û di şert û mercên dijwar de ne û rû bi rû li ber mirinê mane beyî ku wijdana mirovahiyê û rêxistinên mafên mirovan bilebitin.

Têkoşer Leyla dikarî mîna tevahiya jinan jiyana xwe ya asayî bidomîne, lê serî netewand û bû sembola berxwedan û têkoşînê. Ruxmî ku birayên Ocalan hevdîtin pê re çêkir lê hîna jî ew di çalakiya xwe de berdewam e heta ku daxwazên wê pêk werin û tecrîdkirin bi dawî bibe.

Li ser wê û ji bo piştgiriya berxwedana têkoşer Lyela Guven wek jinên Meclisa Kantona Efrînê em li rex wê disekinin û em piştgiriya vîna wê dikin heya ku daxwazên wê ji bo azadiya Ocalan pêk werin û em ê çalakiyên xwe bidomînin.

Em bang li tevahiya jinên cîhanê dikin piştgiriya berxwedana Leyla Guven bikin da ku bighêje armanca xwe û em bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku rewşa tenduristiya wê bişopînin û girtekên pêwîst bigirin ji bo tecrîdkirinê û greva sembola berxwedanê Leyla Guven bi dawî bikin." 

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jina azad û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(şx)

ANHA