Rûsya siyaseta dar û gêzerê bi Tirkiyê re dimeşîne

Di demekê de ku Erdogan serdana Moskovê dike, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê daxuyaniyek da ku li ‘herêm bêçek’ a li parêzgeha Idlibê rewş ber bi aloziyê ve diçe.

Rûsya siyaseta dar û gêzerê bi Tirkiyê re dimeşîne
23 ÇILE, 2019   13:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê beriya demekê ku serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan li Moskovê bi serokê Rûsya yê Vladimîr Pûtîn re hevdîtinê pêk bîne, daxuyand ku çeteyên Cebhet El-Nusra tevahiya Idlibê xistine bin dagirkeriya xwe.

Wezaretê der barê rewşa herêmên bêçek ên parêzgeha Idlibê de hişyarî da û got rewşa Idlibê ber bi aloziyê ve diçe.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Erdogan ji bo ku dosyaya Sûriyê, bi taybet jî dosyaya Idlibê dê îro li Moskovê hevdîtinekî pêk bînin.

Her gava ku siyaseta Rûsya û Tirkiyê li hev dikeve, Rûsya bi rêya çeteyên li Idlibê gefan li Tirkiyê dixwe û siyaseta dar û gêzerê bi Tirkiyê re dimeşîne.

Erdogan îro dê avakirina “herêma ewle" li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Pûtîn re nîqaş bike. Tê texmînkirin ku Rûsya daxwazên Erdogan red bike. Ji ber ku wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hefteya derbasbûyî de gotibû divê Şam herêmên bakurê welat bixe bin serweriya xwe de.

(bx/bm)