Li herêmên “bê çek”, El- Nusra li Rejîmê xist

Li herêmên “bê çek” ên herêma Idlib, Laziqiye, Humis û Heleb binpêkirin, didomin.

Li herêmên “bê çek”, El- Nusra li Rejîmê xist
23 ÇILE, 2019   12:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên “bê çek” binpêkirin didomin. Di nava 24 saetên dawî de di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û komên çete yên girêdayî Tirkiyê şerên dijwar rû dan.

Şevê din hêzên Rêjîmê bajarokê El-Teh, Cernenaz ên rojhilatê gundewarên Meret El-Naman û herêma gundê Sikîk ê gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin. 

Her wiha herêmên gundewarên bakur rojhilatê Hemayê ji aliyê  hêzên Rêjîmê ve hatin topbarankirin. Di encama wê de zerarên madî çêbûn.

Her wiha çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) bi topan navendên hêzên Rêjîmê li Til Bizam ê gundewarê bakurê Hemayê ku dikeve nava herêmên “bê çek” li her çar parêzgehan, kir hedef.

Hêzên rêjîma Sûriyê di saetên derengiya şevê de herêmên El-Letamne, Mork ên bakurê gundewarên Hemayê, derdora El-Naciye ya gundewarên Cisir El-Şixûr û hinek devêrin çiyayên berava Sûriyê topbaran kirin.  

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam şevê din li eniya Ebû El- Qemîs û li herêma Ebû El- Dihûr di aliyê di aliyê rojhilatê gundewarên Idlibê de êrîşî navendên Rejîmê kirin. Li herêmê şer di navbera her du aliyan de derket û di encama şer de ji her du aliyan kuştî hene.

Her wiha şevê din li eniya El-Melah û El-Kastîlo yên derdora bajarê Helebê di navbera hêzên Rêjîmê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de şer derket. Heman demê de li derdora El-Ketîbe El-Mehcûre ya gundewarên rojhilatê Idlibê jî di navbera hêzên Rêjîmê û çeteyên Tirkiyê de şer derket. Hêzên Rejîmê jî herêmên Sikîk, El-Xwîn ên aliyê başûrê gundewarên Idlibê kirin hedef.

Cebhet El-Nusra, li Idlibê êrîşên giran birin ser Rejîmê

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê şevê din ragihand ku hêzên rêjîma Sûriyê bersiva êrîşên berfireh ên çeteyên Cebhet El-Nusra li ser navendên wan li Idlibê, da.

Serokê navenda lihevanînê ya Rûsya li Sûriyê Sergy Solomatn got çeteyên Cebhet El-Nusra êrîşî navendên hêzên rêjîma Sûriyê ên li herêma Ebû El-Dehûr û Ebû Şercî, kiriye. Her wiha diyar kir ku di her du aliyan de grubên ku ji 150 – 200 çekdarî pêk tê, hene.

(bx/bm)