8 milyon lître mazot li Tebqayê hat belavkirin

Komîteya Sotemeniyê ya Meclisa Sivîl a Tebqayê û Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyan qonaxa yekem a belavkirina mazotê ber bi dawiyê ve dibin. Heta niha zêdetirî 8 milyon lître mazot li bajêr û gundewarên wê hatiye belavkirin.

8 milyon lître mazot li Tebqayê hat belavkirin
8 milyon lître mazot li Tebqayê hat belavkirin
23 ÇILE, 2019   08:52

TEBQA

Komîteya Sotemeniyê  mazot li zêdetirî 40 hezar malan li Tebqayê û gundên El-Cirniyê, El-Mensûr, El-Bo Asî, El-Hemam, Saykol û El-Mehmûdlî belav kiriye.

Heya niha miqdara belavkirinê gihîştiye 8 milyon lîtreyan; 4.5 milyon li Tebqayê û 1.5 milyon li gundewarên bakurê Tebqayê û milyonek lître li gundewarên rojhilatê Tebqayê û her malekê 200 lître. Her bermîlek bi 11 hezar û 500 lîreyên Sûriyê ye.

Girêdayî mijarê rêveberê Komîteya Sotemeniyê ya Meclisa Sivîl a Tebqayê Îbrahîm El-Ebdellah wiha got: "Di her du rojên pêş de dê qonaxa yekemîn a belavkirinê bi dawî bibe, em ê lîsteyan bi hevkariya malên gel û meclisan ji bo qonaxa duyemîn amade bikin."

Li ser mekanîzmeya koordîneya komîteyê û Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyan El-Ebdellah destnîşan kir ku ew wek komîte lîsteyên kesên pêwîstiya wan bi mazotê heye, bi rêya Malên Gel ji wan re tê amadekirin.

Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyan 11 sehrîc ji bo belavkirina mazotê li ser malan xebitandin, mazot li 9 stasyonan (benzînxane) 5 li Tebqayê û yên din li Ciriniyê, El-Mensûra, El-Hemam û El-Mehmûdlî tê belavkirin.

Belavkirin bi awayekî birêkûpêk û di bin çavdêriya Komîteya Sotemeniyê û meclisên taxan de tê kirin. Her wiha hat teqezkirin ku miqdara hatiye diyarkirin li gorî lîsteyên Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyan e.

Di her du rojên pêş de dê 40 hezar lître li ser 200 malbatan li gorî lîsteyên meclisên taxan werin belavkirin.

(dh)

ANHA