Şervanên Helebê: Efrîn dê bi vîna gelê xwe rizgar bibe

Şervanên YPG'ê yên ji Helebê tev li Berxwedana Serdemê bûbûn, got Efrîn dê bi vîna gelê xwe û israra ciwanên wê yên ku heta niha li Efrînê li ber xwe didin, rizgar bibe. Her wiha soza piştgiriyê ta rizgarkirinê dan.

Şervanên Helebê: Efrîn dê bi vîna gelê xwe rizgar bibe
23 ÇILE, 2019   07:45

TOLÎN HESEN / HELEB

Beriya vê bi salekê di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta Tirk a dagirker êrîşî Efrînê kir. Şêniyên Efrînê berxwedaneke dîrokî ku bi navê 'Berxwedana Serdemê' hatin naskirin, nîşan da. Şêniyên Efrînê û Bakurê Sûriyê li rex şervanên QSD, YPG û YPJ'ê li hember çekên herî pêşketî û balafirên artêşa Tirk a dagirker sekinînin û li ber xwe da.

Gelek şervanên ji Heleb û bajarên din ên Sûriyê tev li Berxwedana Serdemê bûn û li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker sekinînin. Şervanên YPG'ê yên ji bajarê Helebê yên ku tev li Berxwedana Serdemê bûne, ji ajansa me re axivîn û teqez kir ku dê Efrîn ji dewleta Tirk a dagirker rizgar bibe.

Sîpan Heleb şervanek ji Tugaya Şehîd Delîl e. Sîpan û hejmareke hevalên xwe yên şervan tev li pêngava yekemîn a Berxwedana Serdemê bûbûn û li tevahiya eniyên kantona Efrînê hatibûn belavkirin.

Girêdayî tevlêbûna xwe Sîpan wiha got: "Min cihê xwe di eniya gundê Sariya de girt. Piştî wê ez çûm Bilbilê û li wir me berxwedaneke rastîn ku nayê jibîrkirin, nîşan da. Îro piştî derbasbûna salekê em ji gelê xwe re teqez dikin ku Efrîn dê rizgar bibe û em ê armancên wan pêk bînin."

Şervanê bi navê Çiyazan Kobanê di berxwedanê de di pevçûnekê de bi çeteyên artêşa Tirk a dagirker re di meha Sibatê de li gundê Dimliya yê girêdayî navçeya Racoyê birîndar bûye. Çiyazan ev tişt anî ziman: "Efrîn a şêniyên wê ye. Her çi qas berdêlên giranbuha bin jî em ê hewl bidin wê rizgar bikin. Em Efrînê ji dagirkeriyê û çeteyên wê re nahêlin."

Şervan Azad Heleb ji foca Şehîd Bakur e. Tugaya wan li navçeya Cindirêsê heya du rojan belav bûbû. Piştî berxwedana Efrînê dest pê kir, diçe gundê Baflûrê. Azad Heleb bûyerên wê demê wiha vegotin: "Di êrîşên bejahî de têk diçûn. Balafir li dijî me bi kar anîn. Em amade ne li rex şêniyên Efrînê bisekinin û xaka wê ji çeteyan û dagirkeriya Tirk ku hewl dide gel qir bike, rizgar bikin."

Berxwedana Serdemê wateya rastîn a berxwedanê ye

Şervanê bi navê Agir Heleb mîna hevalên xwe tev li berxwedanê bûbû. Agir Heleb wiha got: "Em li hember êrîşên dagirkeriya Tirk sekinînin. Berxwedana Serdemê ji tevahiya şerên berê ku me dîtine, cuda bû. Vê berxwedanê wateya rastîn a berxwedanê diyar kir."

Agir Heleb teqez kir ku ew amade ne Efrînê rizgar bikin û wiha pê de çû: "Ji ber ku em ciwanên wê ne. Israra me ya berxwedanê bi çalakiyên hevalên me yên ku li Efrînê li dijî dagirkeriyê û çeteyên wê pêk tînin, zêde dibin."

Şervan Şiyar Efrîn jî tev li Berxwedana Serdemî bûye û wiha dibêje: "Bi vîna şêniyan û israra şervanan me dorpêç li taxa Şêxmeqsûd şikand. Ji lew re em ê bi vîna gelê Efrînê û israra ciwanên wê Efrînê rizgar bikin."

(şx)

ANHA