DAIŞ, şêniyan bi “Cinan” ditirsîne

Çeteyên DAIŞ`ê dibistana gundê El-Sûse ku dikeve başûrê rojhilatê Dêrazorê, vegerandibûn kargeha çêkirina teqemeniyan.  Ji bo ku şênî nêzîkî dibistanê nebin di nav şêniyan de belav kiribûn ku li dibistanê “Cin” hene.

DAIŞ, şêniyan bi “Cinan” ditirsîne
23 ÇILE, 2019   07:25

DÊRAZOR

Pêngava dawîn a Bagera Cizîrê, Şerê Tunekirina Terorê ku di 11’ê Îlona 2018’an de ji aliyê QSD’ê ve hatibû destpêkirin berdewam e.

Şervan pêşde diçin û gelek cihan ji çeteyan rizgar dikin. Şervanên QSD’ê ji bo herêmê ji bermayên çeteyan û mayînan paqij bikin her roj xebatên lêgerînê bi rê ve dibin. Heta niha gelek depoyên cebilxane û kargehên çêkirina teqemeniyan hatine dîtin.

Yek ji van gergehan jî dibistana gundê El-Sûse ku li rojhilatê gundewarê Dêrazorê ye. Ji beriya ku çeteyên DAIŞ’ê herêmê dagir bikin, dibistan cihê perwerdeya gund bû. Lê piştî çeteyan gund dagir kir, dibistan veguherandin kargeha çêkirina teqemeniyan. Ji bo şêniyan ji dibistanê dur bixin, di nava şêniyan de “li dibistanê Cin hene, nabe kes nêzîk bibe” belav kirin.

Nûçegihanên ajansa me xwe gihandin dibistanê.

(şx/bm)

ANHA