Li ser rêya Racoyê teqîn

Li gorî agahiyên ku ji Efrînê hatin girtin, li ser rêya  navçeya Racoyê di navendeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker de teqînek pêk hat. Li gorî ku hat diyarkirin ku kuştî û birîndar hene.

Li ser rêya Racoyê teqîn
23 ÇILE, 2019   07:06

EFRÎN

Çavkaniyên ji kantona Efrînê ragihandin, di saet 8:15`an de li pêşiya yek ji navendên çeteyên Ehrar El-Şerqiyê yên girêdayî artêşa Tirk a dagikrer li ser rêya navçeya Racoyê ya Efrînê teqînek pêk hat.

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama teqînê de kuştî û birîndar hene. Heta niha jî sedema teqînê nehatiye diyarkirin.

(bx/bm)

ANHA