Siko: Yekitiya Kurdî tê wateya wefadariya bi şehîdan re

Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Sûriyê (El-Partî) Ebdulkerîm Siko daxwaz ji hemû partiyên kurdî kir ku li hember komployên li dijî herêmê yekitiya xwe ava bikin û anî ziman ku yekiriya Kurd tê wateya wefedariya bi xwîna şehîdan re.

Siko: Yekitiya Kurdî tê wateya wefadariya bi şehîdan re
Siko: Yekitiya Kurdî tê wateya wefadariya bi şehîdan re
Siko: Yekitiya Kurdî tê wateya wefadariya bi şehîdan re
Siko: Yekitiya Kurdî tê wateya wefadariya bi şehîdan re
22 ÇILE, 2019   18:59

QAMIŞLO

Komîteya girêdayî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-Rojava (KNK) ya ji avakirina yekîtiya neteweyî ya Kurd bi partiyên Kurdî re ku dikeve nava têkiliyan de hatiye avakirin îro serdana buroya Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Sûriyê (El-Partî) ya li taxa El-Kornîş a bajarê Qamişlo kir.

Endamên Komîteyê ji aliyê Sekreterê partiyê Ebdulkerîm Siko û endamên Komîteya Navendî ya partiyê Ciwan Siko, Idrîs Ferhan, Nezîr Mihemed, Izdîn Ebdo, Welat Selmo, Endulbaqî Ismaîl, Merwan Hemo û endamên Komîteya Mantiqî ya partiyê Mihemed Silêman, Merwan Beşîr û Avdar Hesen ve hate pêşwazîkirin.

Civîna ji çapemeniyê re girtî saetekê dom kir.

Girêdayî însiyatîfa KNK-Rojava Ebdulkerîm Siko ji ajansa me re axivî û got: "Îro herêm di pêvajoyek hesas re derbas dibe ji zêdegavî û gefên domdar ji aliyê dewletên dijber. Ji ber wê divê gelê Kurd yekrêziya refa xwe li dijî êrîşan ava bike."

Endulkerîm Siko destnîşan kir ku gava KNK-Rojava gavek pîroz e û cihê baweriyê û wiha domand "Komîteyê barê avakirina yekîtiya refa Kurd higirt ser xwe û serdana partiyên siyasî dike da ku rêbazên avakirina yekîtiyê nîqaş bike. Wekî Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Sûriyê ji destpêkê ve piştgiriya xwe bi yekîtiya refa Kurd re ragihandine, ji ber ku ew rêya tekane ya xilasiya herêmê ji zêdegafiyan yan jî komployan e, yekrîz tê wateya wefedarî ji xwîna şehîdan re."

Dr.Ebdulkerîm Siko di dawiya gotinên xwe de bang li tevahiya partiyên siyasî yên Rojava kir ku yekrêziya xwe ava bikin û nakokiyên xwe dînin aliyekê.

Komîteya KNK-Rojava îro bi Partiya Komunîst a Kurdistanê re hevdîtin kir. Partiyê piştgiriya xwe bi gava KNK‘ê re diyar kir.

(şx)
ANHA