Cenazeyê şehîd Iwêş bi merasîmekê hate veşartin

Bi hezaran şêniyên Şehba û Efrînê cenazeyê endama Hêzên Asayîşa Jin Iwêş Şihab ku di encama kirîza dil de li nexweşxaneya bajarê Helebê şehîd bibû li goristanna navçeya Ehresê ya Şehbayê spartin axê.

Cenazeyê şehîd Iwêş bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Iwêş bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Iwêş bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Iwêş bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Iwêş bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Iwêş bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Iwêş bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Iwêş bi merasîmekê hate veşartin
22 ÇILE, 2019   15:51

ŞEHBA

Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê ku wêneyên şehîd Iwêş hilda bûn cenaze ji nexweşxaneya Avrîn a li navenda navçeya Fafînê wergirtin û ber bi Goristana Şehîdan a navçeya Ehresê ketin rê.

Kerwana şehîd di nav kolanên navçeya Fafîn û gundên Ehdas û Til Qirah de derbas bû û li goristanê ji aliyê sedan kesî ve hate pêşwazîkirin.

Merasîm bi bîranîna şehîdan destpê kir. Paşê axaftin ji hêla endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Xelîl Îso, endamê Meclisa Kantona Şehbayê Nûrî Welo, bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê endamê Meclisa Kantona Efrînê ve Arif Şêxo hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd Iwêş re hate xwestin. Her wiha hate destnîşankirin ku şehîdan ji bo azadiya gelan û yekbûna xaka welat canê xwe feda kirine û dê neyên ji bîrkirin.

Axaftvanan teqez kirin ku bi saya têkoşîn û fedekariya şehîdan gelek destkeftî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bi destxistin, civakek azad û demokratîk ku gel xwe bi xwe bi rêve dibe hatiye afirandin. Her wiha destnîşan kirin ku Tirkiyê bi armanca têkbirina vê nimuneya demokratîk Efrîn dagir kir û gefa êrîşan li dijî  herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe.

Piştre nasnameya şehîd Iwêş Şihab ji hêla hevala wê Ferîda Îbo ve hate xwendin û radestî malbata wê hate kirin. Girseya gel nimêja li sercenazeyê kirin û bi dirûşmeyan spartin axê.

(şx)

ANHA