Hêzên Elwekariyê li gundewarên Dêrazorê mayînek bê bandor kirin

Yekîneyên Endeziyariyê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê mayîneke ku li gundê El-Hecne  yê rojavayê bajarê Dêrazorê hatibû bi cihkirin, bê bandor kirin.

Hêzên Elwekariyê li gundewarên Dêrazorê mayînek bê bandor kirin
22 ÇILE, 2019   15:56

 

DÊRAZOR

Li ser agahiyên welatiyên gundê El-Hecnê ku tiştekî bi guman li gund hatiye bi cihkirinê, Yekîneyên Endeziyariyê yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê berî da gund. Piştî lêkolînê diyar bû ku mayîn ji bermahiyên çeteyên DAIŞ‘ê ye.

Yekîneyên endezyariyê mayîn bê bandorkirin, bêyî ziyan çêbibin.

(dh)

ANHA