60 çeteyên DAIŞ‘ê xwe radestî QSD‘ê kirin

Li rojhilatê bajaroka Hecînê 60 çeteyên DAIŞ‘ê ku piraniya wan biyanî ne xwe radestî QSD‘ê kirin.

60 çeteyên DAIŞ‘ê xwe radestî QSD‘ê kirin
22 ÇILE, 2019   15:34

NAVENDA NÛÇEYAN

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê "Şerê Tinekirina Terorê" didome. Şervanên QSD‘ê roj bi roj pêşde diçin û sivîlan ji pencên çeteyan xilas dikin.

Li gorî agahiyên ku fermandarên QSD‘ê dane li rojhilatê bajaroka Hecînê 60 çeteyên DAIŞ‘ê ku piraniya wan biyanî ne xwe radestî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) kirin.

 Çeteyên radest bûne, xwedî nasnameyên Fransî, Birîtanî, Hindistanî û Pakistanî ne.

Fermandarê QSD‘ê destnîşan kirin ku çeteyan piştî derbeyên giran ji hêzên wan xwarin radestî bûn. Her wiha diyar kir ku bi hezaran sivîl ku çeteyan wan wekî mertalên zindî bi kar dianîn hatin rizgarkirin.

(bb)

ANHA