Şandeya Fransayê: Em ê qedexekirina firîna balafiran nîqaş bikin

Şandeyeke parlamenterên Fransayê ku serdana Rojava kir, bi rêveberiya Kongreya Star re hevdîtinek pêk anî û diyar kir ku ew ê girîngiya qedexekirina firîna balafiran li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş bikin.

Şandeya Fransayê: Em ê qedexekirina firîna balafiran nîqaş bikin
Şandeya Fransayê: Em ê qedexekirina firîna balafiran nîqaş bikin
Şandeya Fransayê: Em ê qedexekirina firîna balafiran nîqaş bikin
Şandeya Fransayê: Em ê qedexekirina firîna balafiran nîqaş bikin
Şandeya Fransayê: Em ê qedexekirina firîna balafiran nîqaş bikin
Şandeya Fransayê: Em ê qedexekirina firîna balafiran nîqaş bikin
22 ÇILE, 2019   14:03

QAMIŞLO

Şandeya ji parlamenterên Fransayê, berê xwe da Navenda Têkiliyên Dîplomasiyê ya Kongreya Star a Kantona Qamişlo. Şandeya ku duh gihîşt Rojava, diyar kir ku ew ê tecrubeyên Rêveberiya Xweser bigihînin rêveberên Fransayê.

Şande ji Matilda Panot, Danial Obono, Pascal Trador pêk tê. Di pêşwazîkirina şandeyê de berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd, endamên Kongreya Star Qedriyê Hisên, Nejbîr Teyar û Fîdan Seydo amade bûn.

Di hevdîtinê de nîqaş li ser pêşxistina şoreşa Rojava û sekna jinan di hemû aliyên şoreşê de hatin nîqaşkirin.

Matilda Panot li ser sedema hebûna wan li herêmên Rojava axivî û wiha got: “Serdana me biçûk e û sedema hatina me li vir ji bo dîtina me sîstema demokratîk e. Her wiha bi hev re jiyana pêkhateyên herêma Rojava û Bakurê Sûriyê ye.”

Parlamenter Danial Obono jî got bi rêya şopandina pêşketin û rûdanên li Rojava ew dibînin ku jinên Rojava roleke mezin di pêşxistina projeya neteweya demokratîk de dilîzin û ew piştgiriya tecrubeya demokratîk di warê azadiya jinan de dikin.

Şandeyê her wiha teqez kir ku ew dagirkeriya Tirkiyê ji bajarê Efrînê re şermezar dikin û ew ê tiştê ku li Rojava dîtin ji parlamenter û hikumeta Fransayê re ragihînin.

Şandeyê diyar kir ku ew ê bi hikumeta Fransayê re girîngiya qedexeya firîna ezmanî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş bikin da ku gel ji gefên dewleta Tirk were parastin.

Piştî ku serdana wan li Kongreya Star bi dawî bû, şandeyê berê xwe da Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo. Li pakrewangehê malbatên şehîdan şande pêşwazî kir.

Di dawiya serdanê de şandeyê berê xwe da Çerxerêya Şehîdên Enternasyonalîst a li taxa Meyselon. Piştî wê jî dê berê xwe bidin deriyê Sêmalka û vegerin Fransayê.

(jo/bm)

ANHA