Mamosteyên Girî Spî tev li konê çalakiyê bûn

Konê çalakiyê yê li bajarê Girê Spî yê bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye vedan, di roja xwe ya 39`an de didome.

Mamosteyên Girî Spî tev li konê çalakiyê bûn
Mamosteyên Girî Spî tev li konê çalakiyê bûn
Mamosteyên Girî Spî tev li konê çalakiyê bûn
Mamosteyên Girî Spî tev li konê çalakiyê bûn
22 ÇILE, 2019   13:39

GIRÊ SPÎ

Li bajarê Girî Spî ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev 39 roj e ku konê çalakiyê hatiye vedan. Mamosteyên kantonê tev li konê çalakiyê bûn. 

Konê çalakiyê li taxa El-Munbetih a nêzî sînorê Tirkiyê hatiye vedan. Mamosteyên ku tev li konê çalakiyê bûne, teqez kir ku ew dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Sûriyê red dikin.

Mamoteyên Girî Spî diyar kir ku ew bi xaka xwe ve girîdayî ne, dê heta dawiyê parastina xaka Sûriyê bikin û li dijî êrîşên ku hewl didin tevliheviyê di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê de derxin, bisekinin.

Konê çalakiyê didome.

(bx)

ANHA