HRE‘yê li bajaroka Mareyê li dijî çeteyan çalakî lidar xistin

HRE‘ê ragihand ku hêzên wan li bajaroka Mareyê li dijî wesayîta çeteyan çalakiyek lidar xistin.

HRE‘yê li bajaroka Mareyê li dijî çeteyan çalakî lidar xistin
21 ÇILE, 2019   14:31

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin;

"Şervanên me çalakiyên xwe yên li herêma Efrînê û derdora wê li dijî artêşa Tirk a dagirkker û çeteyên girêdayî wê lidar dixin, didomînin. Di vê çarçoveyê de;

Di dîroka 20‘ê Çileyê de şervanên me , li derdora Mare ya dikeve Bakurê Helebê tirêkseke çeteyan a ku tunel û xendek dihat çêkirin hedef girtin. Di encama çalakiyê de tirêksa çeteyan hate rûxandin û li gel ku windahiyên çeteyan çêbûne jî, di derheqê hejmara wan de agahiyên zelal bi dest neketine."