Nexweşxaneya dil û çav li ser asta Herêma Cizîrê hat vekirin

Komîteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê yekemîn nexweşxaneya dil û çav li ser asta herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo vekir.

Nexweşxaneya dil û çav li ser asta Herêma Cizîrê hat vekirin
Nexweşxaneya dil û çav li ser asta Herêma Cizîrê hat vekirin
Nexweşxaneya dil û çav li ser asta Herêma Cizîrê hat vekirin
Nexweşxaneya dil û çav li ser asta Herêma Cizîrê hat vekirin
Nexweşxaneya dil û çav li ser asta Herêma Cizîrê hat vekirin
Nexweşxaneya dil û çav li ser asta Herêma Cizîrê hat vekirin
Nexweşxaneya dil û çav li ser asta Herêma Cizîrê hat vekirin
Nexweşxaneya dil û çav li ser asta Herêma Cizîrê hat vekirin
21 ÇILE, 2019   14:11

QAMIŞLO

Îro Komîteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê yekemîn nexweşxaneya dil û çav li ser asta herêma Cizîrê li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo vekir. Nexweşxane bi şahiyekê hat vekirin.

Malbatên şehîdan, Nûnerên Rêveberiya Xweser, Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso, kesayetên partiyên siyasî,  pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, bijîşk û karmandên nexweşxaneyê tevlî şehiyê bûn.

Karmendên nexweşxaneyê pêşwaziya gel kirin. Di şahiya vekirinê de axaftin hatin kirin.

Endamê Rêveberiya Îdarî yê Nexweşxaneyê Mihemed Kermo li ser vekirina nexweşxaneyê axivî û got: “Nexweşxaneya dil û çav di roja pîroz ya salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser hat vekirin. Nexweşxane bi kedek mezin ji bo xizmetdayîna gel hat vekirin.”

Li Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen diyar kir ku vekirina nexweşxaneyê gavek mezin e  û got: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî deskeftiyan e. Ev nexweşxane jî yek ji deskeftiyên gelê me ye û em ê heta dawî deskeftiyên xwe biparêzin.”

Wezîrê Desteya Tendûrîstiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa jî ev tişt got: “Beşa tendûristiyê hertim bûye hedefa dewletên dagirker. Ev nexweşxane bi keda gelê me hat vekirin. Ev nexweşxane ya hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Di dîrokê de cara yekem e ku gel bi derfetên kêm nexweşxaneyan ava dikin. Em jî dibejin ku heya dawî pêdîviyên gel bi vê nexweşxane re pêk were.”

‘Vekirina nexweşxaneyê ewlehiya herêmê diyar dike’

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Cizîrê Abdulkerîm Saroxan jî vekirina nexweşxaneyê li hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got: “Di salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser de vekirina nexweşxaneyek bi vî awayî gavek pir giringe. Dewleta Tirk a dagirker par li Efrînê nexweşxaneya Şehîd Ferzand hilweşand. Vekirina vê nexweşxaneyê bersiva êrîşa dewleta Tirk e. Vekirina nexweşxane re diyar dike ku ev herêm bi ewle ye.”

Hevserokê Tendûristiyê yê bajarê Şehba, Azad Sebrî jî axivî û got: “Gelek slavên gelê Efrîn û Şehbayê diyar dikim. Ev gava serkeftî wê ji xebatên tenduristiyê re bibe mînak.”

Endamê Kordînasyona TEV-DEM’ê Dr. Menal Mihemed  diyar kir ku ew bi hebûna vîna gel gihiştîn vê qonaxê û got: “Tendûristî di civakê de gelek girîng e. Di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tendûristî û ewlehî tiştên herî pêwîstin.”

Piştî axaftinan malbatên şehîdan banda nexweşxanê birîn.

Hejayê bîrxistinê ku Komîteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê beriya 3 salan dest bi xebatên avakirina nexweşxaneyê kirin e.

(mk-şe)

ANHA