Xwendekarên Efrînê daxuyaniya binpêkirinên Tirkiyê li Efrînê radestî NY`ê kirin

Xwendekarên Efrînê yên li Qamişlo daxuyaniya di derbarê binpêkirnên dagrikerên Tirk li Efrînê radestî nûneriya Netewyên Yekbûyî kirin.

Xwendekarên Efrînê daxuyaniya binpêkirinên Tirkiyê li Efrînê radestî NY`ê kirin
Xwendekarên Efrînê daxuyaniya binpêkirinên Tirkiyê li Efrînê radestî NY`ê kirin
Xwendekarên Efrînê daxuyaniya binpêkirinên Tirkiyê li Efrînê radestî NY`ê kirin
Xwendekarên Efrînê daxuyaniya binpêkirinên Tirkiyê li Efrînê radestî NY`ê kirin
Xwendekarên Efrînê daxuyaniya binpêkirinên Tirkiyê li Efrînê radestî NY`ê kirin
Xwendekarên Efrînê daxuyaniya binpêkirinên Tirkiyê li Efrînê radestî NY`ê kirin
Xwendekarên Efrînê daxuyaniya binpêkirinên Tirkiyê li Efrînê radestî NY`ê kirin
Xwendekarên Efrînê daxuyaniya binpêkirinên Tirkiyê li Efrînê radestî NY`ê kirin
Xwendekarên Efrînê daxuyaniya binpêkirinên Tirkiyê li Efrînê radestî NY`ê kirin
21 ÇILE, 2019   14:38

QAMIŞLO

Bi dehan xwendekarên Efrînê ku li zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo dixwînin, li pêşiya avahiya nûneriya Netewyên Yekbûyî NY`ê li bajarê Qamişlo çalakiyeke lidar xistin.

Xwendekaran bê nevber dirûşmeyên  şermezarkirina kiryarên dewleta Tirkiyê û çteyên wê li Efrînê her wiha bêdengiya Nerewyên Yekbûyî hildan.

Çalakvanan daxuyaniyeke ku di vê derbarê de amade kiribûn, xwendin.

Di daxuyaniyê de kiryarên dagikeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê hatin şermezarkirin û hate gotin, di encama êrîşê de bi hezaran kesan jiyana xwe jidest dan û birîndar bûn, bi hezaran jî ji ber hovîtiya dagirkeran malên xwe berdan "Artêşa Tirkiyê bi dehan komkujî li dijî gelê Efrînê pêk anî".

Di daxuyaniya xwendekaran de her wiha hate gotin "Piştî ku salek derbas bû jî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hezaran binpêkirinên li dijî mirovahiyê kirin, welatiyên Efrînê ku malên xwe mane her roj têne revandin û kuştin".

Xwendekarên Efrînê ji civaka navdewletî xwestin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê bête derxistin, da ku welatiyên Erfînê vegerin malên xwe. Her wiha ji rêxistinên mirovî hate xwedtin li hemer kiryarên dagirkeriya Tirkiyê bêdeng nemînin.

Paşê şandeyeke bi navê xwendekaran derbasî avahiya NY`ê bû û daxuyaniya xwe radestî rayedaran kirin.

Rayedarên NY`ê jî teqez kirin ku ewê daxwazên xwendekaran bighînin aliyên têkildar.

(as/k)

ANHA