Li Minbicê 4 bazirganên madeya hişbir hatin girtin

Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Minbicê 4 kesên ku bazirganiya madeyên hişbir dikirin, girtin û radestî komîteya lêpirsînê kirin.

Li Minbicê 4 bazirganên madeya hişbir hatin girtin
21 ÇILE, 2019   13:40

MINBIC

Li gorî agahiyan, li Minbicê Hêzên Ewlehiya Hundirîn, 4 kesên ku bazirganiya madeyên hişbir dikirin girtin. Buroya Sûcên Rêxistinkirî ji berî niha çavdêriya tevgera bazirganan kir û bi hevkariya aliyên peywendîdar her çar kes girtin.

Li gorî agahiyan her çar kes duh li taxa El-Serib a bajarê Minbicê hatin girtin û 370 gram madeyên hişbir, 90 gram eroîn û hin hebên Tiramedol a şîn bi wan re hatin girtin.

Her çar kes radestî komîteya lêpirsînê ya girêdayî Meclisa Edelata Civakî ya bajarê Minbicê û gundên wê hatin kirin. Dê tedbîrên zagonan di derbarê wan de bên girtin.

(jo/bm)

ANHA