Pêkhateyên Helebê Berxwedana Serdemê silav kirin

Pêkhateyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê şermezar kirin û piştgiriya xwe bi Berxwedana Serdemê re nîşan dan.

Pêkhateyên Helebê Berxwedana Serdemê silav kirin
Pêkhateyên Helebê Berxwedana Serdemê silav kirin
Pêkhateyên Helebê Berxwedana Serdemê silav kirin
Pêkhateyên Helebê Berxwedana Serdemê silav kirin
Pêkhateyên Helebê Berxwedana Serdemê silav kirin
Pêkhateyên Helebê Berxwedana Serdemê silav kirin
Pêkhateyên Helebê Berxwedana Serdemê silav kirin
Pêkhateyên Helebê Berxwedana Serdemê silav kirin
Pêkhateyên Helebê Berxwedana Serdemê silav kirin
20 ÇILE, 2019   19:20

HELEB

Bi hezaran şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi hemû pêkhateyên wê, şervanên YPG û YPJ'ê bi meşekê Berxwedana Serdemê ya Efrînê silav kirin dagirkerî şermezar kirin.

Di meşê de şêniyan alên saziyên sivîl, wêneyên komkujiyên dagirkeriya Tirk der heqê Efrînê de, wêneyên şehîdên Efrînê, şiqinên Efrînê û sembolên serkeftinê rakirin.

Her wiha pankartên bi nivîsên bi her du zimanên Erebî û Kurdî 'Na ji parçekirina Sûriyê re', 'Em soz didin em ê Efrîn rizgar bikin', 'Na ji dagirkeriya Tirk re', 'Bijî Berxwedana Serdemê', 'Na ji dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê re', 'Jin ji bo Efrînê rabin ser pêyan' hildan.

Girseya gel ji ber Mala Êzidiya ya beşa rojava ber bi çarxeriya Destîna li rojhilata taxê meşiyan û sloganên silavkirina Berxwedana Serdemê berz kirin.

Meş li ber çarxeriya Destîna rawestiya û veguherî mitîngê. Li vir ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin.

Paşê endamê Meclisa Sûriye Demokratîk Şêx Elî Hesen axivî û destnîşan kir ku Tirkiyê bi dagirkirina Efrînê têkbirina biratiya gelan û çanda gelê herêmê dike  û diyar kir ku bi rêya berxwedana şêniyan dê Efrînê rizgar bibe.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Wehîde Xelîl jî bal kişand ser binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê û got "Efrîn zû an dereng dê ji dagirkeran rizgar bibe."

Ji aliyê xwe ve endama Partiya Yekîtiya Demokratîk Zeyneb Mistefa destnîşan kir "Gelê Efrînê bi hemû pêkhateyê wê li hemberî êrîşên hovane û balafiran 58 rojan li ber xwe dan û berxwedanên  efsane li hemberî duyemîn hêz di NATO'yê de nîşan da. Em berxwedana Efrînê silav dikin, Efrînê dê rizgar bibe. Têkoşîna me berdewam e heta şêniyên Efrînê li warê xwe vegerin."

Ji aliyekî din ve fermendara YPJ'ê Sozdar Efrîn soz da ku ew ê Efrîn rizgar bikin û dê şênî bi vîna berxwedanê di nav gund û kampên Şehbayê de vegerin û got: "Em ê Efrîn ji dagirkeriya Tirk re nehêlin."

Paşê şêniyan helbestên girêdayî Berxwedana Serdemê vegotin.

Narîn Şêxo û Şêrîn Horo  ku beşdarî meşê bibûn ji ajansa me re destnîşan kirin ku ji bo dengê berxwedana şêniyên Efrînê bighînin cîhanê tev li meşê bûne û divê hemû ji bo rizgarkirina wê tevbigerin.

Ciwanê bi navê Elaa El-Dîn destnîşan kir ku wek pêkhateya Ereb şopdarên rêya rizgarkirina Efrînê ne.

Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.

(şx)

ANHA