Mihrîcana Jenyariya Tekane li Rojava bi dayîna xelatan dawî bû

Mihrîcana Jenyariya Tekane  ku cara yekemîn li Rojava tê lidarxistin piştî xelatdayînê û şûde bi dawî bû. Di mihrîcanê de berxwedana Efrînê hate silavkirin.

Mihrîcana Jenyariya Tekane li Rojava bi dayîna xelatan dawî bû
Mihrîcana Jenyariya Tekane li Rojava bi dayîna xelatan dawî bû
Mihrîcana Jenyariya Tekane li Rojava bi dayîna xelatan dawî bû
Mihrîcana Jenyariya Tekane li Rojava bi dayîna xelatan dawî bû
Mihrîcana Jenyariya Tekane li Rojava bi dayîna xelatan dawî bû
Mihrîcana Jenyariya Tekane li Rojava bi dayîna xelatan dawî bû
Mihrîcana Jenyariya Tekane li Rojava bi dayîna xelatan dawî bû
Mihrîcana Jenyariya Tekane li Rojava bi dayîna xelatan dawî bû
20 ÇILE, 2019   18:58

QAMIŞLO

Mihrîcana Jenyariya Tekane ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û Yekîtiya Hunermendên Cizîrê ve li Navenda Mihemed Şexo ya bajarê Qamişlo hat organizekirin. Çalakiya mihrîcanê di roja xwe ya çaremîn de bi belav kirina xebatan dawî bû. Di nav 40 beşdarvan ku hunera xwe pêşkeş kirin pênc kes ji aliyên komîteya nirxandina ya mihrîcanê de hatin hilbijartin û xelat vergirtin.

Di mihrîcanê de pêkhateyên Ereb, Suryan, Kurd û gelek hunermend amade bûn. Her wiha nûnerên Rêveberiya Xweser, rûspiyên êlên Ereb ên herêma Tepqa, endamên saziyên sivîl, kesayetên siyasî, endamê Sandiqayên Hunermendan a Sûriyê şaxê Zorava ya Çand û Hunerê tevî hunermendên Mihemed El-Safî, Mehmûd Kurdaholî, Şikrî Sobarî û Nûrî El-Eselî yên ku ji bajarê Şamê hatibûn di mihrîcanê de amade bûn.

40 hunermend ji her du zayendan ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî hunermendên Şamê di mihrîcanê de cîh girtin.

Komîteya amadekar li ser kar û xebatên mihrîcanê de sînevîzyon pêkêş kir. Her wiha li ser jiyana hunermedê Salih Osê jî sînevîzyon beşdarvanan re hat pêşandan.

Piştî sînevîzyonê hunermend Mihemed El-Safî, Şikrî Sobarî û  Nûrî El-Eselî ku ji Şamê beşdarî mihrîcanê bûn sitran.

Koma Bermaya ya folklorî a pêkhateyên Suryanan govendên herêmî pêşkeş kirin. Koma Botan û hunermend Danîş Botan stranên şoreşgerî stran.

Piştî çar rojan ku hemû hunermend û beşdarvanan hunerên xwe pêşkeş kirin, kesên hêjayê xelatdayînê ji endamên Komîteya Nirxandinê ve ku ji Îlyas Sedo, Hevseroka Yekîtiya Hunermendên Herêma Cizîrê Nesrîn Botan, Şewirmenda Xweseriya Demokratîk Mizgîn Ehmê, hunermend Mihemed Elî, hunermend Reşîd Sofî, hunermend Nûbar Mîlkiyona, hunermend Cemal Fûad pêk dihat, hatin xelatkirin. Xelata yekemîn Rêbaz Çolî û Şiyar Kîkî, xelata dûyemîn Amir Remo,xelata siyemîn Memo Îbrahîm û Şehmûs Mistefa girt.

Endamên komîteyê amûrên mûzîkê da kesên hêjayî xelatkirinê.

(mk/es)

ANHA