Li herêma Efrînê bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê daketin qadan

Bi hezaran welatiyên Efrîn û Şehbayê li dijî dagirkeriyê meşaiyan.

Li herêma Efrînê bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê daketin qadan
Li herêma Efrînê bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê daketin qadan
Li herêma Efrînê bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê daketin qadan
Li herêma Efrînê bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê daketin qadan
Li herêma Efrînê bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê daketin qadan
Li herêma Efrînê bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê daketin qadan
Li herêma Efrînê bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê daketin qadan
20 ÇILE, 2019   15:40

ŞEHBA

Îro bi hezaran welatiyên kantonên Efrîn û Şehbayê bi hemû pêkhateyên wê "Ereb, Kurd, Ermen, Elweî, Tirkmen, Êzidî" biçûk, mezin, jin, zilam û gaziyên şer li hemberî dagirkirina Efrînê daketin qadan.

Meş bi dirûşmeya "Em ê Efrînê rizgar bikin û dagirkeriya Tirkiyê ji holê rakrin" hate organîzekirin.

Meş li navçeya Ehdasê ya Şehbayê dest pê kir.

Meşvanên wêneyên şehîdan, malên ji ber hovîtiya dagirkeran hatin rûxandin, zarokên wan ên şehîdan, şaxên zeytûnan hilda bûn, pankartên bi nivîsên "Ji dagirkeriya Tirkiyê re na, ji berxwedan û têkoşînê re erê, dagirkeriya Tirkiyê kujerê zarok û jinan e"  hatibû vekirin. Girse bê navber dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê û silavkirina Berxwedana Serdemê berz dikirin.

Meşvanan ji navçeya Ehdasê heya gundê Miratê Mislimiyê dirêjahiya 1 km meşiyan.

Meş li qada gund rawestiya. Ji bo bîranîna şehîdên tekoşîna azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Paşê axaftin hatin kirinê

Bi navê Melcisa Kantona Efrînê Hewlêr Cafer axivî û got, berxwedana gelê Efrînê di rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrîn hatiye nivîsandin û wiha domand "Berxwedana li Efrînê hate meşandin, berxwedana gel ji bo parastina xaka û nasnameya xwe ye, rexmî şer û dorpêçê jî herêma Efrînê bi hezaran mirovên ji ber şer û mirinê direviyan hembêz kir û bi hev re pariya nan dabeş kirin. Li Efrînê komkujiyên hovane û koçberkirin hate kirin, lê civaka navdewketî ji vê yekê çavê xwe girtiye."

Endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Efrînê Hêvîn Silêman jî axivî û ev tişt got "Di vê xwepêşandana girseyî  hêz û îradeya gelê şoreşger û berxwedêr teqez bû. Her çendî gelê me rastî komkujî, qirkirinê were bi nasnameya xwe ve girêdayî ye. 20‘ê Çileyê roja Berxwedana Serdemê ye, roja ku wijdanê mirovahiyê mir û ji kuştina mirovên li Efrînê çavê xwe girtin."

Hêvîn axaftina xwe wiha domand "Kombûna me li vir nameyek ji hemû gelan, rêxistin û saziyên banga mafê mirovan dike lê ji komkujiyên li Efrînê çavê xwe girtin e, ji min wan re dibêjin ku gelê me berxwedêr li hemberî duyemîn hêza NATO‘yê li ber xwe dane, li hemberî top û balafiran û şertên mercên zehmet de berxwedaneke bêhempa da meşandin. Derketina me ya ji Efrînê delîlê vê yekê ye ku em ji dagirkeran re serî natewînin, bi rihê berxwedanê em ê vegerin Efrînê."

Paşê, Hevserokê Kantona Şehbayê Îmad Dawûd axivî û wiha got "Bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û civaka Navdewletî ji komkujiyên li Efrînê hatin kirin xaleke reş e. Efrîn herêmeke bi ewle û aştiyan e û nemûna jiyaneke demokratîk bû."

Dawûd destnîşan kir ku ji sala 2011‘an ve dewleta Tirkiyê mudaxleya herêmê dike da ku berjewendiyên xwe pêk bîne û dewleta Tirk mîna terora DAIŞ‘ê wisif kir.

Endamê Rêveber ê TEV-DEM‘ê Hesen Koçer jî axivî û got, "Tu kes nikare vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişkîne, tevlîbûna mezin a ji meşê re nameyek ji cîhanê re ye ku vîna me meşkê û berxwedana me berdewam e heya Efrîn ji dagirkeran re were rizgarkirin."

Koçber di berdewama axaftina xwe got, "Tirkiyê îro gefên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixe. Armanca wê têkbirina şoreşê ye, texmîn dike ku em ê Efrînê ji bîr bikin lê gelê xwe xeta şehîdên xwe dişopîne, berdêl çi be jî ti carî teslîm nabe."

Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.

ANHA