‘Jinan li Efrînê gelekî zehmetî dîtin’

Meclisa Jinên Sûriyê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku jinan li Efrînê gelek zehmetî ji kuştin, koçberî û destdirêjiyê dît û ji civaka navneteweyî xwest ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku ji Sûriyê derkeve.

‘Jinan li Efrînê gelekî zehmetî dîtin’
20 ÇILE, 2019   12:31

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro salvegera yekemîn a destpêkirina êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser kantona Efrînê ye. Der barê mijarê de Meclisa Jinên Sûriyê daxuyaniyek da, tê de teqez kir ku jinan li Efrînê gelek zehmetî dîtin, jin rastî kuştin, revandin, destdirêjî, koçberî û talanê hatin.

Daxuyaniyê teqez kir ku bi dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve aloziya Sûriyê kete merheleyeke nû, Tirkiyê roleke neyînî di hemû kongre û danûstandinên ji bo dîtina çareseriya aloziya Sûriyê de lîst, ji civînên Cinêv û Soçiyê heta civînên Astanayê, Tirkiyê hewl da bi rêya van kongreyan mîsogeriya kontrolkirina herêmên ji xaka Sûriyê cih bike.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hemû zagonên navneteweyî, hevpeyman û soz binpê kirin û çekên qedexekirî di êrîşên xwe de bi kar anîn.

Di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî hate şermezarkirin haye gotin ku Tirkiyê noqteyên çavdêriyê li Idlibê heta gundên Hemayê danîn û dest bi gefên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Meclisê da zanîn ku jinan li Efrînê gelek zehmetî dîtin û rastî kuştin, revandin, destdirêjî, koçberî û talanê hatin.

Meclisê di dawiya daxuyaniyê de ji civaka navneteweyî û saziyên wê xwest ku alîkariya gelê Sûriyê bikin û sînorekî ji gefên Tirkiyê re deynin û zextê lê bikin da ku ji xaka Sûriyê derkeve.