Weqfa Jinên Azad li Hesekê buroyek vekir

Weqfa Jinên Azad li taxa El-Muftî ya kantona Hesekê buroya xwe ya duyemîn vekir.

Weqfa Jinên Azad li Hesekê buroyek vekir
Weqfa Jinên Azad li Hesekê buroyek vekir
Weqfa Jinên Azad li Hesekê buroyek vekir
Weqfa Jinên Azad li Hesekê buroyek vekir
Weqfa Jinên Azad li Hesekê buroyek vekir
Weqfa Jinên Azad li Hesekê buroyek vekir
Weqfa Jinên Azad li Hesekê buroyek vekir
19 ÇILE, 2019   13:43

HESEKE

Weqfa Jinên Azad li taxa El-Muftî ya kantona Hesekê buroya xwe ya duyemîn vekir. Endamên Kongreya Star, Mala Jinan, hevseroka Meclisa kantona Hesekê Semer El-Ebdullah û bi dehan şêniyên bajêr beşdarî merasîma vekirina buroyê bûn.

Berdevka Weqfa Jinên Azad a kantona Hesekê Xewle Xelef, vekirina buroyê li tevahî jinên kantonê û bi taybet li jinên Hesekê pîroz kir.

Xewle diyar kir ku Weqfa Jinên Azad ji 2014`an ve bi dirûşmeya "Jina azad bingeha civaka azad e" hatiye vekirin. Xewle got ji bo pirsgirêkên civakê bên derbirandin û çareseriyên guncaw jî jê re bên dîtin, xebatên xwee didomînin.

Xewle da zanîn ku ew wek Weqfa Jinên Azad serbixwe ne û wiha got: “Kar û bernameyên me bi awayê proje û çalakiyên ji bo pêşketina civakeke azad, demokrat û xwezayî tên meşandin.”

Xewle gotinên xwe wiha domandin: “Armanca vekirina buroyê, hêsankirina hemû çalakiyên çareserkirina pirsgirêkên jinan û zarokan di giştî aliyên jiyanê de, piştevaniya zanebûna jinan û parastina wan ji kevneşopiyên girêdayî civaka klasîk e. Di heman demê de di aliyê aborî de jî peydakirina kar e.”

Xewle gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Em wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya siyasetmedara Kurd Leyla Guven dikin. Dê çalakiyên li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidomînin.”

Merasîm bi stranên Koma Şehîd Ronak a girêdayî Weqfa Jinan bi dawî bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Weqfa Jinên Azad li Dêrik, Rimêlan, Serêkaniyê, Kampa Roj, Kampa El-Hol û Kobanê buroyên xwe vekirine.

ANHA