‘Jinan bi berxwedana xwe tirs xist dilê dagirkeriya Tirkiyê’

Kongreya Star li navçeya Ehrezê û Buroya Jinan a Komîteya Têkiliyên Dîplomasiyê li Şehbayê kiryarên dagirkeriya Tirkiyê ya li Efrînê şermezar kir. Jinan tekez kir ku berxwedana jinan mîsogeriya rizgarkirina Efrînê ye.

‘Jinan bi berxwedana xwe tirs xist dilê dagirkeriya Tirkiyê’
‘Jinan bi berxwedana xwe tirs xist dilê dagirkeriya Tirkiyê’
‘Jinan bi berxwedana xwe tirs xist dilê dagirkeriya Tirkiyê’
‘Jinan bi berxwedana xwe tirs xist dilê dagirkeriya Tirkiyê’
19 ÇILE, 2019   13:32

ŞEHBA

Bi boneya salvegera êrîşên dagirkirina Efrînê Kongreya Star li navçeya Ehrezê û Buroya Jinan a Komîteya Têkiliyên Dîplomasiyê li Şehbayê daxuyaniyên nivîskî dan.

Daxuniyaniya Kongreya Star ji aliyê endamên Kongreya Star Ronahî Şêxo û Şêrîn Silêman ve bi zimanên kurdî û erebî hate xwendin û tê de hate gotin ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê beriya salekê êrîşên dagirkeriyê li dijî Efrînê dan destpêkirin û li ber çavên cîhanê bi sedan sivîl kuştin û revandin. Her wiha piştî dagirkeriyê jî binpêkirinên li dijî mirovahiyê pêk anîn û li Efrînê guhertinên demografîk dewam dikin.

Kongreya Star her wiha bal kişand ser berxwedana gelê Efrînê ya li dijî dagirkeriyê û di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi berxwedana gelê me yê qehreman Efrîn bû xewneke tirsnak di dilê çeteyan de. Hemû peymanên wan pûç bûn, ew çi bikin jî dê ji vê tirsê xilas nebin. Jinên Kurd ku bûne sembola berxwedanê bi dirûşmeya “Yan Efrîn yan Efrîn” soz dane ku vegerin Efrînê.

Bi heman boneyê Buroya Jinan a Komîteya Têkiliyên Dîplomasiyê li kantona Şehbayê jî daxuyaiyek da. Daxuyanî ji aliyê hevseroka komîteyê Şêrîn Qaso ve hate xwendin û bal kişandin ser berxwedana gelê Efrînê li dijî dagirkeran.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Biryara gelê me ya pêvajoya duyemîn a Berxwedana Serdemê, dê bibe bingeha yekkirina hemû hewldanên ji bo rizgarkirina hemû deverên ku ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin.”

Daxuyaniyê her wiha bal kişand ser rola jinan di berxwedana serdemê de û wiha pê de çû: “Jin xwedî roleke girîng bûn di Berxwedana Serdemê de, ev berxwedana ku bi şehadeta Barîn Kobanê û Avesta Xabûr dest pê kir, tirseke mezin xist dilê dagirkerên Tirk û çeteyên wan. Jinan di pêvajoya berxwedana 58 rojan de diyar kir ku ew ê bibin mîsogeriya rizgarkirina Efrînê.”

Buroya Jinan a Komîteya Têkiliyên Dîplomasiyê li kantona Şehbayê di daxuyaniya xwe de kiryarên dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê û herêmên din ên Sûriyê şermezar kir û ji raya giştî, aliyên têkildar, Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlehiyê xwest ji bo lêpirsîna kiryarên Tirkiyê komîteyek bê avakirin û fişarê li Tirkiyê bikin da ku welatiyên Efrînê vegerin malên xwe.

(k)

ANHA