Rêveberiya Xweser a Efrînê di salvegera êrîşên li ser Efrînê daxuyaniyek da

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser kantonê ku di 20`ê Çileya par de dest pê kiribûn, şermezar kirin.

Rêveberiya Xweser a Efrînê di salvegera êrîşên li ser Efrînê daxuyaniyek da
19 ÇILE, 2019   13:57

ŞEHBA

Bi boneya salvegera yekemîn a êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser kantona Efrînê, bi dehan endam, rêveberên meclis û saziyên Rêveberiya Xweser li Kampa Berxwedan kom bûn û daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Piştî ku kantona Efrînê bûbû cihê herî ewle û jiyana hevbeş di nava hemû pêkhateyên wê de pêk hatibû, ji ber vê yekê Efrîn bûbû cihê ku bi sedan koçber ji şer birevin û berê xwe bidinê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ew himbêz kirin û alîkarî pêşkêşî wan kirin.

Vê yekê ku li bajarê zeytûnan û aştiyê rû dida, dijminê mirovahiyê û nûnerên hikumeta AKP`ê û çeteyên wê qebûl nekirin, gelek caran hewl dida ewlehiya wê xerab bike, ne tenê bi vê yekê bi alîkariya çeteyan bi rêya bikaranîna hemû çekên giran û sivik û balafirên şer di 20/1/2018`an de êrîşî kantona Efrînê kir. Gelê Efrînê bi Kurd û Ereb tevî hêzên wê yên leşkerî li dijî dagirkeriyê sekinîn û destanên lehengiyê nivîsandin ku 58 rojan dewam kir.

Bi boneya salvegera yekemîn a Berxwedana Serdemê, dewleta Tirk careke din bi hincetên ku koka wan tune ye, bi rêya dezgehên çapemeniyê ku rola xwe ya destekdayîna komên terorîst di kesayeta DAIŞ`ê de gefan li herêmên rojhilatê Firatê dixwin ku şerê QSD`ê li dijî DAIŞ`ê dide meşandin, bide rawestandin. Tirkiye dixwaze bi vê yekê temenê aloziya Sûriyê dirêj bike û xaka wê parçe bike. 

Em wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê li Şehabayê hemû şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr tînin. Berxwedan û lehengiya ku şêniyên Efrînê ya 58 rojan silav dikin.

Em careke din bang li hemû saziyên navneteweyî û ewropî û rêxistinên mafparêz û mirovî li cîhanê dikin ku helwesta xwe li hember binpêkirinên rojane ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê dikin, diyar bikin. Her wiha em bang li gelê xwe dikin ku di merheleya duyemîn a Berxwedana Serdemê de asta berxwedanê bilind bikin û bi rihê Avesta, Barîn û Eylanê heta rizgarkirina bajarê me Efrînê, kar bikin."

Daxuyanî bi dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi dawî bû.

(jo)

ANHA