Li Dirbêsiyê ji bo piştgiriya Leyla Guven çalakiya konvedanê

Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Dirbêsiyê bi armanca piştgiriya parlementera HDP`ê Leyla Guven û bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konê çalakiyê veda.

Li Dirbêsiyê ji bo piştgiriya Leyla Guven çalakiya konvedanê
Li Dirbêsiyê ji bo piştgiriya Leyla Guven çalakiya konvedanê
19 ÇILE, 2019   13:21

HESEKÊ

Çalakiya greva birçîbûnê ya parlamentera HDP`ê Leyla Guven bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 73`an de didome.

Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Dirbêsiyê bi armanca piştgiriya çalakiya Leyla Guven konê çalakiyê li kolana sereke ya navçeyê veda.

Di bin konê çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên parlamenter Leyla Guven hatin hildan. Bi sedan şêniyên navçeyê tev li konê çalakiyê bûn.

Di bin konê çalakiyê de name ji aliyê kesên ku tev li çalakiyê bûne ve hatin nivîsandin da ku ji civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan re werin şandin.

Tê payîn ku konê çalakiyê 2 rojan dewam bike.

(bx)

ANHA