Gelê Amedê li dijî tecrîdkirina Ocalan daket qadan

Gelê Amedê ji bo ku balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçûbûnê ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest pê kirine, li Qada Îstasyonê mitîngek li dar xist. Mitîng dê heya saet 16.00’an berdewam bike.

Gelê Amedê li dijî tecrîdkirina Ocalan daket qadan
19 ÇILE, 2019   10:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Amedê yê bakurê Kurdistanê ji bo ku balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê, mîtîngek hat lidarxistin. Mitîng li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşma “Demokrasî, aştî û azadî” dest pê kir. Mitîngê saet 12.00’an destpêkir dê heta 16.00’an berdewam bike. Di mitîngê de pankartên “Leyla Guven mafdar e”, “Em dayik in û em alîgirên cîhaneke bêşer in”, “Dê li dijî şer, OHAL û KHK’yan aştî qezenc bike”, “Vîna gel tune nayê hesibandin û vîna gel nayê xespkirin” û “Jin, jiyan, azadî” bi qada mîtîngê ve hatin kirin.

Gel bi dirûşmeyên “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Bijî berxwedana zindanan” herikî qada mîtîngê.

Tê payîn ku di axaftinan de têkildarî tecrîdkirina Ocalan, hevdîtina malbatê ya di 12’ê Çileyê de ku birayê Ocalan, Mehmed Ocalan pê re kiribû, çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyan, peyamên girîng bên dayîn.

Qada mîtîngê ji aliyê polîsên dewleta Tirk a dagirker ve hat dorpêçkirin. Mîtîng berdewam e.

ANHA