Ciwanên Minbicê banga bidawîkirina dagirkeriyê kir

Meclisa Ciwanan û Yekitiya Jinên Ciwan bi rêya daxuyaniyekê êrîşa li ser bajarê Minbicê şermezar kir û ji civaka navneteweyî xwest sînorekî ji binpêkirinên Tirkiyê yên li sdijî herêmê re deyne.

Ciwanên Minbicê banga bidawîkirina dagirkeriyê kir
19 ÇILE, 2019   10:34

MINBIC

Îro bi dehan endamên Meclisa Ciwanan û Yekitiya Jinên Ciwan ên Minbicê û gundên wê li pêşiya xwaringeha Qesir El-Umraa ya li navenda bajêr ku roja çarşemê teqîn lê pêk hat, kom bûn.

Ciwanan pankartên li ser nivîsa "Bi îradeya jinên ciwan em ê dagirkeriyê hilweşînin, em dizanin kê em kuştin û me soza tolhildanê daye” rakirin. Her wiha wênyên qurbaniyên teqînê û alên Meclisa Jinên Ciwan û Meclisa Ciwanan hildan.

Daxuyanî ji aliyê endamê Meclisa Ciwanan Tirkî Finoş ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi navê Meclisa Ciwanan û Jinên Ciwan ên Minbicê û gundên wê û li vî cihê ku yek ji komkujiyên herî qirêjî lê hatin kirin ku tê de sivîl û leşker şehîd bûn, em disekinin û bang li civaka navneteweyî û cîhanê dikin ku sînorekî ji bo van binpêkirinên li ser xaka me û der heqê sivîlan de deynin.

Em her tim dibînin ku dema îstîqrar û ewlehî ji gelê me re pêk tê, dewleta Tirk tevlihevî û tirsê dixe nava sivîlan. Li ser vî esasî û ji vir em nameyekê ji dagirker Erdogan re dişînin û dibêjin ku çi qas karên qirêjî bike, em ji rêya têkoşînê venagerin heta ku projeya neteweya demokratîk li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş di nava hemû pêkhateyan de pêk were.

Di dawiyê de em dibêjin ku rehmet li şehîdan be û şîfa ji birîndaran re."

ANHA